DÊRSIM - Xwendekarên keç naxwazin ji bajêr dûr bikevin: ‘Kuştin û destdirêjî heye’

28-03-2024
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Zanîngeha Munzûrê Dêrsim Xwendekarên Keç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Dêrsimê ji ber erdhejê biryara hilweşandina beşa şevîmana ji bo xwendekarên keç hat dayîn û ji ber vê yekê ji xwendekaran hat xwestin ku avahiyê vala bikin.

Lê xwendekaran nerazîbûna xwe nîşan da û dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Piştî çalakiya xwendekarên keç ên Zanîngeha Munzûrê, Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek û nûnerên saziyên sivîl bi xwendekaran re hevdîtinek kir.

Wan piştî hevdîtinê mijar ji Parêzgarê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu re ragihand.

Herwiha di encama wan hewldanan de bi armanca ku xwendekar bikaribin ezmûnên xwe bi dawî bikin biryar heta piştî Cejna Remezanê hat bipaşxistin.

Li ser vê yekê xwendekaran çalakiya xwe bi dawî kir.

Xwendekara Zanîngeha Munzûrê Nuray Kaya ji Rûdawê re axivî û wê got jixwe pirsgirêka malan li bajêr heye û cihên din ên ku hene jî nebaş in.

Nuray Kayayê got:

“Hevalên me yên ku li cihê cuda dimînin hene, em ji wan dizanin ku rewşa wê derê jî nebaş e.

Ew cihê em dê biçin jî ne girêdayî dewletê ye, taybet e û bihayê wê 2 qat zêde ye.

Li gel ku sîstema ranzeyan e lê dîsa jî ji me 700 heta 800 lîreyî dixwazin.

Veguhastin nîne, çûnûhatin zehmet e. Dema em di şiverêkê re diçûn rastî ajelên kovî hatin.

Hevalên me ji neçarî xwe bi ser xendekan re avêtin. Em ji vê rewşê nerazî ne.

Li gel kuştina jinan û destdirêjiya li zanîngehê em naxwazin biçin cihekî dûrî bajêr.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst