Li mizgeftê ji ber ‘Xezeyê’ bi gopal êrişî mela kir

28-03-2024
Nîşan Êriş Mizgeft Mela Xeze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Mizgefta Global Cityê ya Hewlêrê, ji ber Xezeyê û Filistîniyan êrişî melayekî hat kirin.

Rêvebiriya Ewqafan a Hewlêrê da zanîn ku melayek li Mizgefta Global Cityê rastî êrişê hatiye.

Rêvebiriya Ewqafan ev êriş şermezar kir û da zanîn ku ew kesê êrişkar hatiye desteserkirin.

Li gorî agahiyên ku bi destê Tora Medyayî ya Rûdawê ketine, piştî nimêja terewîhan kesekî ji mela xwestiye ku ji bo Xeze û Filistiniyan diayan bike.

Mela jî gotiye, “Ez dê ji bo hemû Misilmanan diayan bikin û ji bo Xezeyê jî.”

Wî kesî xwesteka xwe çend caran dubara kiriye û paşê jî bi gopal êrişî melê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst