Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim derbarê banga Ocalan got, “Eger êrişên li ser me rawestin hewcedarî bi çekê nîne.”
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan doh xwest ku PKK xwe fesix bike û çekan deyne.
Endamê Desteya Seroketiyê ya PYDyê Salih Muslim derbarê banga Ocalan ji kenala Al Arebiye re axivî.
Salih Muslim amaje bi wê yekê kir ku ew banga Ocalan di çarçoveya ku hatibû pêşbînkirin de hatiye kirin.
“Gelê Kurd ji bo parastina rewa çek hilda”
Muslim amaje bi wê yekê kir ku eger êrişên li ser Kurdan rawestin pêwîstî bi çekê namîne û got:
“Gelê Kurd ji bo parastina rewa çek hilda û dema ku civak were parastin û derfet ji gel re were vekirin ku xwe bi rêxistin bike, wê demê ti pêdiviya çekê nîne.”
Bi gotina Endamê Desteya Seroketiyê ya PYDyê, Abdullah Ocalan xwedî bawerî ye ku xebata siyasî baştir e.
“Em ne aşiqê çekê ne”
Salih Muslim piştevaniya xwe ji bo banga Ocalan nîşan da û got:
“Em jî tev li vê bangê dibin, ji ber ku me jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo xweparastina çek hildaye.
Eger êrişên li dijî me rawestin ti pêwîst bi çekê namîne, ji ber ku em ne aşiqê çekê ne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse