Hevserokê Tevgera Azadî hate desteserkirin

28-01-2023
RÛDAW
Nîşan Tevgera Azadî Ranye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê duh li Îdareya Serbixwe ya Raperînê hat desteserkirin. Hevserokê partiyê got ku ev desteserkirin "bi temamî siyasî" ye û hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê red kirin û gotin ku ew li xala kontrolê nesekiniye.

Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Selam Ebdullah roja Înê 27ê Çileya 2023an ji aliyê asayîşa Îdareya Serbixwe ya Raperînê ve hate desteserkirin. Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên îro Şemiyê ji Rûdawê re ragihand, “Ti carî kesek ji ber hinceteke biçûk çend rojan di girtîgehê de nehatiye girtin, tişta ku heye mijareke siyasî ye. Mamoste Selam ji bilî ku Hevserokê Tevgera Azadî ye, akademîsyenekî naskirî yê devera Raperînê û quntarên Qendîlê ye.”

Berdevkê Asayîşa Raperînê Aram Mela red kir ku sedemên siyasî li pişt girtinê hebin. Mela ji Rûdawê re ragihand, “Ew kes çend kes pê re bûn û ji quntarên Qendîlê vedigeriyan û li xala pişkinînê nesekiniye û bi hêzên ewlehiyê re gengeşe kirine, sedema girtina wî jî ev bû ne siyasî ye.” Mela her wiha anî ziman, “Ew bi biryara dadger hatiye desteserkirin û roja Yekşemê dê derkeve hember dadger.”

Li gorî agahiyên Rûdawê, îro hejmarek alîgirên Tevgera Azadî li Ranye li dijî girtina hevserokê xwe dê bicivin.

Tevgera Azadî, di sala 2014an de hatiye damezrandin û destûr ji Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê wergirtiye. Partî bi sîstema hevserokatiyê tê birêvebirin ku Tara Hisên û Selam Ebdullah hevserok in û her wiha Tevgera Azadî wek partiyeke nêzîkî PKKê jî tê naskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst