Aldar Xelîl: Hêzên biyanî ji bo berjewendiyên xwe dibe Kurdan ji hev dûr bixin

28-01-2020
RÛDAW
Aldar Xelîl dibêje divê Kurd bi xwe biryara xwe bidin
Aldar Xelîl dibêje divê Kurd bi xwe biryara xwe bidin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê TEV-DEM Aldar Xelîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl ragihand, ku ji bo yekîtiya Kurdan wan deriyê xwe, ji hemû aliyan re vekirine, lê hêzên biyanî ji bo berjewendiyên xwe hatine herêmê û eger bi destê wan be, dibek ku Kurdan ji hev dûr bixin.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMê ji Rûdawê re ragihand, ku wan deriyên xwe ji bo tevahiya aliyên siyasî vekirîne ku lihev bikin û bi hev re yekîtiya xwe ava bikin.

Aldar Xelîl dibêje nabe ku ti aliyek li benda hêzên derve be, ku ji Kurdan re yekîtiyekê ava bikin.

Bi gotina Xelîl hêzên biyanî ji bo berjewendiyên xwe hatine navçeyê û eger bi destê wan be, dibe ku piştre Kurdan 10 pêngavan ji hev dûr jî bixin.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMê herwiha diyar kir, ku gelek aliyên wan ên hevbeş û cuda li gel aliyên siyasî hene, lê divê her aliyek mijarên erênî bide pêş, da ku hewlên yekîtiyê serbikevin.

Aldar Xelîl wiha axivî: “Eger bi rastî em weke Kurd bixwazin di nav xwe de tifaq bin divê em bi xwe biryara xwe bidin. Divê em ne li benda hêzên navdewletî bin ku ew yekîtiya me çêbikin, çimkî ew ticaran berjewendiyên me naparêzin, ew welatên bihêz niha ji bo berjwendiyên xwe hatine herêma me. Dibe ku îro welatên navdewletî li gor berjewendiyên xwe bixwazin em gaveke nêzîkî hev bibin, lê pişt re bixwaze em 10 gavan ji hev dûr bikevin, lê eger biryara em bi xwe bidin wê demê dê pirsgirêk dernekeve. Rêvebiriya me ji bo yekîtiyê her tiştên pêwîst kirine.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst