Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan, Mûş, Colemêrg, Bedlîs û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê berf dibare.
Li Wanê berfê berê sibehê dest pê kir û bandoreke neyînî li jiyanê kir.
Li navçeya Elbakê ya Wanê pez ji zozanan daket govan, meşa mirovan zehmet bû.
Mûş
Li Mûşê ji ber berfa zêde rêyên 23 cihan hatine girtin.
Li deverên bilind ên navçeyên Dêrxas û Gimgimê berfeke zêde bariya û çûn û hatin zehmet bû.
Ekîbên trafîkê ji ajokaran xwest ku di otomobîlên wan de xelat û zincîr hebin.
Colemêrg
Barîna berfê şeva borî dest pê kir û berfê navenda bajêr spî kir.
Xelkê ber dikanên xwe malişt û otomobîlan di derketina serjorekan de zehmetî kişand.
Li navçeya Geverê jî gel berfa li ser rêyan û li ser otomobîlan malişt.
Bedlîs
Navçeya Xelatê bi berfê spîçil bû.
Zarok bi gulokên berfê lîstin.
Berfa ku serê sibehê dest pê kir heta niha jî dibare.
Erdexan
Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê berf û pê re jî mij heye.
Navenda bajêr spî bû û ji ber mijê mesafeya dîtinê daket.
Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê berf û mij e
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 27, 2024
📸AA pic.twitter.com/ARRpnnhdBA
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse