Nûciwanekî Efrînê piştî hat dersînorkirin li warê xwe bê cih ma

27-12-2022
RÛDAW
Nûciwanekî Efrînê piştî hat dersînorkirin li warê xwe bê cih ma
Nûciwanekî Efrînê piştî hat dersînorkirin li warê xwe bê cih ma
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûciwanekî ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, piştî ku li Tirkiyê tê dersînorkirin vedigere bajarê xwe  lê bê cih dimîne.

Nûcivanê bi navê Arif Şukrî Silêman yê 15 Arif 15 salî, tevî malbata xwe ji ber şer ji Efrînê koçberî Tirkiyê dibe, li Istanbulê bi cî dibe, berî 10 rojan Tirkiyê wî ji malbata wî cuda dike û dersînor dike.

Tirkiye Arif Şukrî Silêman dişîne Rojavayê Kurdistanê û ew jî diçe mala xwe li Efrînê, li taxa Zêdiyê lê dibîne ku malbateke xerîb di mala wan de ne, wî diqewitînin.

Arif Şukrî Silêman ev 10 roj in bê cih maye û li ser cadeyê li Dewara Newroz perîşan bûye.

Ji destpêka êrîşa Tirkiyê ve, li ser Herêma Efrînê û dagîrkirina wê herêmê  ve li ser destê çekdaran û Erebên hawirdekirî gelek zehmetiyan dibînin û zilmeke mezin li Kurdên resen ên herêmê dibe, bêyî ku ti aliyekî navdewletî rêgiriyê li ber wan binpêkariyan bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst