Deriyê sînorî yê Qamişlo-Nisêbîn dê bê vekirin?

27-12-2021
Hisên Omer
Deverên bi rengê sor di destê hikûmeta Sûriyê de ne
Deverên bi rengê sor di destê hikûmeta Sûriyê de ne
Nîşan Qamişlo Hikûmeta Sûriyê Nisêbîn Deriyê Sînorî Kurd Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî daxistina Deriyê sînorî yê Sêmalka-Pêşxabûr di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de, behsa hewlên navdewletî û navherêmî ji bo vekirina deriyekî alternatîv tê kirin.

Li gorî zanyariyên taybet ên ku Tora Medyayî ya Rûdawê bidest xistine, Neteweyên Yekbûyî, bi piştîvaniya Amerîka, ligel hikûmeta Îraqê vekirina Deriyê Rebîe- Tilkoçer gotûbêj kiriye û Îraqê bi şêweyekî seretayî li ser vê yekê erê kiriye. Eger hat û ev derî hat vekirin, dê ti desthilata hikûmeta Herêma Kurdistanê û ne jî ya Rêveberiya Xweser li ser nebe.

Hewlên Rûsyayê

Li aliyekî din, hin zanyarî behsa hewlên Rûsya ji bo vekirina deriyê Qamişlo-Nisêbîn dikin ku li aliyê Rojavayê Kurdistanê derî di destê hikûmeta Sûriyê de ye.

Derbarê van egeran de, Dr. Silêman Elyas, mamosteyê zanîngehê û Rêveberê Navenda Ferat a Lêkolînan ji bernameya Çavê Sêyem a Rûdawê re wiha axivî.

Egera vekirina deriyê li gel Nisêbînê

Dr. Silêman Elyas, Rêveberê Navenda Ferat, diyar dike, “Vekirina deriyê li gel Nisêbînê gelek dûr e li gor siyaseta niha. Yê Rebîe jî diyar nîne. Lê tekez dê metirsî li ser berjewendiyên Kurdan hebe.”

Ji aliyê xwe ve, Dr. Salih Mela Omer, mamosteyê zanîngehê û profesorê warê zanistên siyasî ji heman bernameya Rûdawê re got, pêwîste guftogoyên cidî bên kirin û nabe aliyek nêrîna xwe bi ser aliyên din de bisepîne.

Hevtêgihiştineke baştir

Dr. Salih Mela Omer, Mamosteyê Zanîngehê, dibêje, “Divê bi şêweyeke cidî giftugo li ser pirsgirêkên hene bê kirin û nabe aliyek xwe li ser aliyên din ferz bike. Divê hevtêgihiştineke baştir hebe.”

Roja 15ê vê mehê, hejmarek kes ji aliyê Sêmalka derbasî aliyê pêşabûrê bûn û bi silogan wêneyên Rêberê PKK gihiştin nav xaka başûrê Kurdistanê û agirkuja hêzên sînor têkdan û wêneyê Ebdulla Oclan li ser bilind kirin. Piştî vê êrîşê, hikûmeta herêma Kurdistanê biryara daxistina Deriyê sînorî da.

Peyamnêra Rûdawê Vîviyan Fettah li ser rewşa deriyê di navbera Qamişlo û Nisêbînê de zanyariyên zêdetir radigihîne...

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst