ROJAVA - Dr. Zozan rojane 80 nexweşan derman dike

28-11-2019
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Bi saya hewldanên Zozanê, rêxistina Free Burma alîkarî pêşkêşî 10 hezar kesên sivîl kiriye.
Bi saya hewldanên Zozanê, rêxistina Free Burma alîkarî pêşkêşî 10 hezar kesên sivîl kiriye.
Nîşan Kobanî Free Burma Rangers (FBR) Rojavayê Kurdistanê Zozan Mistefa Çarenivîsa Rojava
A+ A-

Kobanî (Rûdaw) - Zozan keçeke pizîşk ji bajarê Kobanî ye, li nexweşxaneyeke nêzîkî Eyn Îsa rojane 80 kesên sivîl derman dike û herwiha peywendiyan li gel rêxistinên navdewletî dike, daku bi bi hawara xelkê de biçin.

Bi saya hewldanên Zozanê, rêxistina Free Burma Rangers (FBR) alîkarî pêşkêşî 10 hezar kesên sivîl kiriye.

Zû bi hewara birîndaran ve diçe, di rojekê de, çareseriya destpêkî ji 80 kesî re pêşkêş dike. Zozan ku hem pizîşk e û hem çalakvana sivîl e, xelka Kobaniyê ye, li nexweşxaneyek navçeyên aloz ên derdora Girê spî kar dike.

Dr. Zozan Mistefa derbarê karê xwe de dibêje, “Em niha li nexweşxaneyê li colê ne, birîndar ji me re tên, em li hêla pêşî ya şer in, min li Helebê xwendiye, Heleb jî wê demê yek ji metirsîdartirîn bajarê cîhanê bû, li wir ez di hewarçûna şer de bûm.”

Ew li nexweşxaneyê radizê û di ber kar re, emailan ji rêxistinê welatên cîhanê re dişîne, da ku bên alîkariya xelkê bikin.

Di dema ku awareyên Girê Spî ji ber êrîşa Tirkiyê bê cî û war mabûn, rêxistina Free Burma  Rangers bersiva Zozanê dide û bi saya Zozanê ew rêxistin alîkariyê ji 10 hezar kesan re dişîne.

Dr. Zozan diyar dike, “Hemahengî hebû, ez pir li ser esabê xwe bûm , gelo dê bibe yan na, alîkarî ji 10 hezar kesî re hat. Dibêjin ji çiya pê ve hevalê me tune ne, weke çiya xweş bû.”

Zozan a ku roja naverasta Ala Kurdistanê li ser laşê xwe neqişandiye û rengê heman alê li destê xwe girêdaye, jiyana wê di navbera çareserikirina birîndaran û peywendîkirinê bi rêxistinên mafê mirovan de dabeş bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst