Zêdebûna buhayê êm bûye sedema nîgeraniya ajeldaran

27-10-2018
Yûsif Mûsa
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Êm Ajel Zêdebûn Buha
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) - Bi hatina demsala zivistanê, buhayê êmê ajelan giran dibe û ev jî bûye sedema wê yekê ku ajeldar dilgiran bin, ji ber ku weke ew dibêjin, di demasala zivistanê de ajelan zêdetir pêwîstî bi êm (alîk) heye û barê wan giran dibe.

 

Ajeldarên Başûrê Kurdistanê daxwaz dikin ku girîngî bi êmê navxweyî were dayîn û sînorek bo hawerdekirina êmê ajelan were danîn.

 

Li gor amarên deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl, êm bi rêjeya %60 ji Tirkiye, Ukranya û Rûsyayê bo Herêma Kurdistanê û Iraqê tê hawirdekirin.

 

Herwiha li gor amarên Rêveberiya Çandiniyê ya Zaxoyê ji zêdetirî 850 cotkarên devera wan, tenê %10 hatine ber hev daku êm biçînin û berhem bînin.

 

Di mehên Tîrmeh û Tebaxê de nêzîkî 60 hezar ton êm hatibûn hawirdekirin, lê ji meha Îlonê heta dawiya Cotmehê 118 hezar ton êm hatine hawirdekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst