Li Bedlîsê ava gundan bi enerjiya tavê tê dabînkirin

27-09-2023
RÛDAW
Welatî dixwazin ev projeya avê li her derê bê bicihkirin
Welatî dixwazin ev projeya avê li her derê bê bicihkirin
Nîşan Bedlîs Enerjiya Tavê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, bi enerjiya tavê ava hinek gundan tê dabînkirin.

Li hinek gundên Bedlîsê ji ber guherîna keşûhewayê û kêmiya baranê pirsgirêka kêmaviyê çêbûye.

Li Bedlîsê bi elektirîka ku ji enerjiya tavê berhem tê, ava 60 gunda tê dabînkirin.

Gundê Xurmaçê yek ji wan gundên Bedlîsê ye ku ji ber bandora guherîna keşûhewayê û kêmiya baranê ev 6 sal in ji sedî 80ê ava vexwarinê kêm bûye.

Bi rêya kolandina bîr û sûdwergirtina ji enerjiya rojê, pirsgirêka kêmaviya wî gundî hatiye çareserkirin.

Endezyarê jeolojiyê Alaattin Tekdemir got, “Ji ber pirsgirêka avê hebû, me xwest em sûdê ji çavkaniyên ava jêr erdê wergirin.

Me bîr kolandin. Bêguman ji bo derxistina avê û veguhestina avê, pêwîstî bi enerjiyê hebû. Ji bo wê jî me sûd ji enerjiya rojê wergirt û me wêstgeheke elektirîka rojê danî ku 48 panelên wê hene.”

Ava ku ji kurahiya bîrê tê derxistin, vediguhêzin depoya gund û piştre bi tora dabeşkirinê ew av diçe nav malan.

Muxtarê Gundê Xurmaçê Vezir Karahan jî got, “Li gundê me pirsgirêka ava vexwarinê hebû, kaniya me çika bû. Niha pirsgirêka ava gund hatiye çareserkirin.”

Li parêzgeha Bedlîsê zêdeyî 330 gund hene, heta niha bi rêya wê sîstemê pirsgirêka ava vexwarinê ya 60 gundî hatiye çareserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst