Hirç ket nav minîbûsê û xwarina çiyageran xwar

05-10-2023
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Gola Nemrûdê Hirç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê hirçek ket nav minîbûsê û xwarina çiyageran xwar.

Grûpeke çiyageran çû Gola Nemrûdê ya navçeya Tetwanê ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê.

Grûpa çiyager xwarina xwe jî bi xwe re biribû û biryar bû konên xwe vedin û çend rojan li Gola Nemrûdê bimînin.

Lê hirçek ket hundirê minîbûsa wan û çiyager bê xwarin hiştin.

“Ez ji hirçê û ew jî ji min tirsiya”

Xwediyê minîbûsê Ugur Selîcî got, “Fikra me ew bû ku em bi hevalan re bi şev kampekê ava bikin. Em hatin gola Krater a Nemrûdê. Me konên xwe vedan.

Dema ez ji bo anîna erzaqên mayî çûm cem minîbûsê, min dît ku hirç di hundir de ye.

Min derî vekir û hirç hat ser min. Di wê demê de hirç ji min tirsiya û ez jî ji wê tirsiyam."

Hirç fêrî mirovan bûne

Van demên dawî li derdora Gola Nemrûdê hejmara hirçan zêde bûne.

Ew fêrî mirovan bûne û bêyî ku bitirsin xwe nêzîkî wan dikin.

Lê hinek caran dibin sedema zerer û ziyanên canî jî.

Çavdêrê Jiyana Hov û Xwezayê mamosteyê Zanîngeha Bedlîsê Cîhan Onen jî got:

“Hirç li navçeyê gelekî zêde bûne. Çend caran êrişî mirovan jî kirine. Em bûne şahid ku zererê didin kon û otomobîlên mirovan.

Sedema sereke ya vê rewşê ew e ku mirov hewl didin hirçan fêrî xwe bikin.

Di heman demê de hebûna xwarinê di kon û otomobîlan de hirçan han dide. Ev jî rewşeke metirsîdar çêdike."

Pispor ji bo ku xwarinê nedin hirçan hişyariyê didin geştyarên ku diçin Gola Nemrûdê.

Bi gotina pisporan ev kar hem hevsengiya xwezaya navçeyê têk dide û hem jî metirsiyê li ser jiyana mirovan û hirçan çêdike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst