HDPê serdana YNK û Tevgera Goran kir

27-09-2021
RÛDAW
Şandeke HDPê bi serokatiya Meral Beştaş û Mehmud Togrul li Herêma Kurdistanê ye
Şandeke HDPê bi serokatiya Meral Beştaş û Mehmud Togrul li Herêma Kurdistanê ye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke ji parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Silêmaniyê serdana Tevgera Goran û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kirin.

Şandeke HDPê bi serokatiya Meral Daniş Beştaş û Mehmud Togrul li Herêma Kurdistanê ye.

Şandeya HDPê li Silêmanıyê serdana Tevgera Goranê kir. Şand ji aliyê rêveberê giştî yê Tevgera Goran Umerî Seîd Elî û berpirsê peywendiyan yê Tevgera Goran Bextiyar Ewlî ve hatin pêşwazî kirin.

Piştî civîna li gel Tevgera Goran, di kongreyekî rojnamevaniyê de parlementera HDPê Meral Daniş Beştaş ragihand ku ew dê ji bo dema du rojan li Silêmaniyê bin û ew dixwazin li gel aliyên siyasî bicivin.

Meral Daniş Beştaş got, armanca serdana wan, yekrêzî û yekîtiya aliyên Kurdî ye û her wiha diyar jî kir ku ew ji hevpeymaniya YNK û Goran a ji bo hilbijartinên Iraqê jî gelek keyfxweş bûne.

Daniş got: “Me weke HDPê îro li Sılêmaniyê dest bi hevdîtinên xwe kir. Em yekem ligel Goranê civiyan û ji ber ku hilbijartin hene em dê tenê du rojan li vê derê bimînin. Hevditînên me ji bo hevkarî û yekîtiya Kurdan e. Em bi hevpeymaniya Goran û YNKê kêfxweş in û ji wan re serkevtinê dixwazin.

Herwiha şande HDPê di çarçoveya serdana xwe de bi cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî re civiya.

Şanda HDPê piştre gora Celal Talebanî jî ziyaret kir û yadnameya wî îmze kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst