Sîrwan Barzanî: Li Qereçûxê 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

27-09-2018
RÛDAW
Nîşan Hevpeymaniya Navdewletî Çiyayê Qereçûx DAIŞ Bombebaran Sîrwan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Firokeyên Hevpemaniya Navdewletî li Çiyayê Qereçûxê çekdarên DAIŞê bombebaran kirin û di encamê de 3 çekdar hatin kuştin.

 

Fermandarê Mîhwera Mexmûrê Sîrwan Barzanî ji bo Rûdawê ragihand, ku îro firokeyên hevpaymaniya navdewletî li Çiyayê Qereçûxê bi 27 bombeyan 20 molgeyên DAIŞ bombebaran kir.


Sîrwan Barzanî eşkere kir ku di encama bombebarana hevpmaniyê de 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

 

Barzanî ji bo Rûdawê got, “Li gorî agahiyên me dijterora Iraqê û hevpeymaniyê li binarê Çiyayê Qereçûxê operasyoneke lêgerînê li dijî paşmayiyên çekdarên DAIŞê encam dane. Li gorî zanyariyên me di encama wê êrîşê de 8 tunel wêran bûne, lê di wê êrîşa leşkerî de ti kesek nemiriye.”

 

Çiyayê Qereçûxê dikeve hindavî deşta Qeracê û gundên bakurê Hewîceyê.  Ew herêma sînorî her çar parêzgehên Hewlêr, Neynewa anku Mûsil, Kerkûk û Selahedînê bi hevdu ve girêdide.

 

Di meha Tîrmeha îsal de pêşmerge û hêzên hevpeymaniyê li Çiyayê Qereçûxê bi ser DAIŞê de dest bi operasyonan kir û 14 çekdarên DAIŞê kuştin. 5 pêşmerge jî di wî şerî de şehîd ketin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst