Şewata daristanên Çiyayê Cûdî berdewam e

27-09-2018
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Şirnex Çiyayê Cûdî
A+ A-

Şirnex (Rûdaw) – Li çend deverên Çiyayê Cûdî ji ber topbarana leşkerên Tirkiyê agir bi daristanan ketiye.

 

Li gor zanayeriyên çavkaniyên xwecihî leşkerên Tirkiyê bi hêceta hebûna gerîlayên PKKê çend deverên Çiyayê Cûdî topbaran kirine û piştre jî agir bi darastina ketiye.


Ji ber qedexe û rênedana ji aliyê leşkerên Tirkiyê ti kes nikare here wî agirî vemirîne.


Li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê ji ber şewatê ji bilî daristanên xwezayî, ziyaneke mezin giheştiye cureyên ajelan jî hejmareke zêde ji wan telef bûne.


Berî çend rojan li Çiyayê Cûdî li hinek deveran şewat bi daristanan ketibû û ligel darastinan bi sedan darên feqiyan û fisteqan jî şewitîbûn.


Wek tê zanîn gelek caran şewat li erdnîgariya Bakurê Kurdistanê ji ber sedemên cûda pêk tê, lê saziyên dewlet her tim bêdeng dibe ku gelek caran daristan bi destê leşkerên Tirkiyê tê şewitandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst