3 tiyên wê yên astengdar mane di stûyê wê de: Yek ji wan 70 salî ye

27-08-2023
Nîşan Dirbêsiyê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kewser Ehmed Silêman, li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê dijî.

3 tiyên wê ên astengdar ên ku temenê yekî ji wan 70 sal e mane di stûyê wê de.

Kewser Ehmed Silêmana ku bi navê Dayika Mihemed jî tê naskirin ev 25 sal in ku li gundê Melekê yê Dirbêsiyê dijî.

Li gel ku gelekî feqîr e û xwedîzarok e jî naçar e guh bide her sê tiyên xwe.

Ji şûştin û veşûştina wan bigire heta bi xwarina ku dixwin, her karê wan ew dike.

“Du gav sê gavan dimeşin li erdê dikevin”

Kewser Ehmed Silêman, bi vî awayî behsa jiyana xwe û her sê tiyên xwe dike:

“Ez van zarokan xwedî dikim, ez wan hiltînim û datînim. Hîn dê û bavê wan sax bûn ez li wan miqate bûm.

Min ew nedişûştin, xwihên wan hebûn. Wan mêr kir, îca ketin stûyê min.

Ez wan dişom, ez wan hiltînim û datînim.

Em roja xwe bi zor û zehmetiyan derbas dikin. Ê ka meriv çawa bike?

Dido ji wan bi dêr dimeşin, du gav sê gavan dimeşin li erdê dikevin.

Ê din jî Ehmed e, temenê wî hema bêje bûye 70 sal. Derdikeve, xwe edem dike.

Em hêvî dikin xwedîxêr xêrê li wan bikin û bi çavekî rehmê li me binêrin.”

Kewser Ehmed Silêmanê got ku gundiyên wan di ber wan de texsîr nakin û alikariyê didin wan.

“Nikarin ji malê derkevin”

Wê ani zimên ku ji zarokên xwe bêhtir li wan miqate ye û got:

“Ez xwarinê ji bo wan çêdikim, beriya zarokên xwe xwarina wan didim wan.

Ez serê çend rojan serê wan dişom.

Feqîr in, ti tadeya wan li kesî nabe. Hinek hene cira wan ne xweş e lê yên me feqîr in.

Berê carinan derdiketin lê niha nikarin ji malê derkevin.

“Ew bênivîn in, bêcil in”

Nivînên wan tunin, min nivînên malê hemû xistin bin wan.

Giş edem kirin û min ew nivîn avêtin.

Ew niha bênivîn in, bêcil in û mesref divê ji wan re.”

Temenê tiyê wê yê biçûk 49 sal e. Tiyê wê yê navîn zêdeyî 50 salî kiriye û yê mezin jî derora 70 salî kiriye.

Tiyê wê yê mezin nikare rabe ser xwe û êdî nikare bi çarpêkan jî here.

Her sê tiyên Kewser Ehmed Silêmanê ji zikmakî vê astengdar in û nikarin ji sê çar gavan zêdetir bi rê ve herin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst