Karsazên Kurd daxwaza rakirina vîzeya li ser Iraq û Herêma Kurdistanê dikin

27-08-2022
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Karsazên Bakurê Kurdistanê daxwaza rakirina vîzeya li ser Iraq û Herêma Kurdistanê dikin
Karsazên Bakurê Kurdistanê daxwaza rakirina vîzeya li ser Iraq û Herêma Kurdistanê dikin
Nîşan Karsazên Kurd Herêma Kurdistanê Iraq Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karsazên li Bakurê Kurdistanê bal kişandin ku Tirkiyê ji roja ku piştî giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê li ser Iraqê vîze daniye û têkiliyên wan ên aboriyê ber bi xirabiyê ve çûne û ev yek zirarê dide her du welatan. Karsazan bang li Hikûmeta Tirkiyê kir ku vîzeya li ser Iraqê û Başûrê Kurdistanê bi temamî rake. Heger Tirkiye vê gava erênî bavêje dê bibîne ku aboriya her du aliyan û têkiliyên mirovî dê baştir bibin.

Piraniya odeyan niha vala ne. Sedemeke vê ya bingehîn qeyrana aboriyê jî be sedemeke mezin jî nehatina geştiyaran ji Başûrê Kurdistanê ye.

Evdilhekîm Aytek, di dema pêvajoya aştî û çareseriyê de li Amedê otêleke mezin ava kiriye. Heta 2017an beriya giştpirsiya serxwebûnê jî rojê derdora 20 kes ji Başûr dihatin û li Amedê di otêla wî de diman. Lê piştî giştpirsiyê ji ber ku Tirkiyeyê vîze danî ser Iraqê, muşteriyên wî yên ji Başûrê Kurdistanê ji sedî 90 kêm bûn.

Xwediyê otêlê Evdilhekîm Aytek got, “Tiştê herî balkêş welatên cîranên me yên weke Gurcistan, wek Îran, di van de vîze tune ye. Ji xwe berê jî tunebû. Berê li Iraqê jî tunebû. Va ye li Bulgaristanê jî hate hilanîn. Lazim e mirov têkiliyên xwe bi cîranan xirab neke û têkiliyên xwe her baş bike. Danîna vîzeyê li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê di aliyê bazirganiyê de jî bandoreke nerênî dike. Wan ji Wezîrê Derve Mewlûd Çawuşoglu û gelek parlamenteran xwestine vîzeya li ser Iraqê bidine rakirin lê tu encamek ji van hewldanan derneketiye.”

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mihemed Kaya anî ziman, “Di navbera Herêma Kurdistanê û herêma me de weke salên 2007-2008 ku me pêşangehên hevpar çêdikir, divê tenê vîzeya derî hebe. Yanî divê welatî bikaribin li derî pasaporta xwe nîşan bidin û derbas bibin. Ez îddia dikim ger ev yek pêk bê, hikûmet dê bibîne ku tiştekî baş e û dê gavên baştir jî bavêje. Divê em êdî vîzeyê bi temamî li ser welatên cîran û welatên bira rakin.”

Komara Çînê jî tê de Tirkiye ji welatiyên 57 dewletan vîze dixwaze. Tirkiye gelek caran li gorî siyaseta xwe ya serdemê lîsteya welatên ku vîze ji wan dixwaze diguherîne. Carna vîzeyan bi temamî radike û carna jî vîzeyê li ser welatan ferz dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst