Di 3 hefteyan de 3 hezar Kurdên Êzidî koç kirine

27-08-2022
RÛDAW
Nîşan Kurdên Êzidî Duhok Yunanistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rêxistineke Duhok a Herêma Kurdistanê, tenê di 3 hefteyan de, zêdetir ji 3 hezar Êzidiyên di nava kampan de, penaberî welatên derve bûne û piraniya wan gihîştine Yunanistanê li benda gihîştina Ewropayê ne.

Rêxistina Elind ya Demokratkirina Ciwanan li Duhokê eşkere kir ku di 3 hefteyên borî da, 3 hezar û 53 Êzidiyan rêya koçberiyê girtiye û çûne derveyî welêt.

Li gorî wê rêxistinê, 1883 kes gihîştine Ewropayê û 1170 kesên din li Tirkiye û beravên Yunanistanê mane û dixwazin xwe bigihînin wî welatî da ku biçin welatên din yên Ewropayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst