2 leşkerên Tirkiyê li Xakurkê hatin kuştin

27-07-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê şer di navbera leşkerên artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de derket û di encamê de 2 leşker hatin kuştin û leşkerekî din jî birînda bû. Herwiha gerîlayek PKKê jî canê xwe ji dest daye.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, li herêma Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê pevçûn di navre leşkerên wan û gerîlayên PKKê de derket.

Li gor daxuyaniyê leşkerêna wan li navçeya Operasyona Pençe (Çeng) de hatiye kuştin û leşkerekî din jî birîndar bûye.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê eşkere kir ku, ew serbazên wan di encama pevçûneke li gel PKKê de canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniyê di encama pevçûnê de gerîlayekî PKKê jî canê xwe ji daye.

Derbarê mijarê de heta niha PKKê û baskê wê yê çekdar ti daxuyanî nedane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst