Hêzên Tirkiyê li navçeyeke sînorî yê Herêma Kurdistanê di dema operasyoneke li dijî PKKê de. Wêne: AA
Hewlêr (Rûdaw) – Serbazekî artêşa Tirkiyê li navçeya Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê hat kuştin.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, serabzekî wan roja Duşemê 26ê Tîrmeha 2021 li navçeya Operasyona Pençe (Çeng) de hatiye kuştin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, ew serbazê wan di encama pevçûneke li gel PKKê de canê xwe ji dest daye.
Navê wî serbazî Halîl Çelebî hatiye ragihandin ku ji navçeya Balişeyh a ser bi parêzgeha Kirikkaleyê ve ye.
Wezaretê diyar kiriye, ew serbazê wan ji bo dabînkirina ewlehiya rêya binkeyeke leşkerî ya artêşa Tirkiyê li navçeyê di erk de bûye, ku rastî teqeya PKKê hatiye.
Derbarê mijarê de heta niha PKKê û baskê wê yê çekdar ti daxuyanî nedane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse