Ligel Renc li Nugre Selmanê bû: Şahidên Enfalê axivîn

27-05-2024
RÛDAW
Ligel Renc li Nugre Selmanê bû / Wêne: Rûdaw
Ligel Renc li Nugre Selmanê bû / Wêne: Rûdaw
Nîşan Ligel Renc Enfal Nugre Selman
A+ A-

Erbil (Rûdaw) – 36 sal bi ser Komkûjiya Enfalê re derbas bûn. Malbatên qurbaniyên Enfalê li bendê ne ku cenazeyên wan bên teslîmkirin.

Ew kesên bi saxî ji Komkujiya Enfalê rizgarbûne û malbatên qurbaniyên Enfalê li çola Semawayê li Keleha Nugra Selmanê di bernameya Ligel Renc de behsa Enfalê û pêvajoyê wan 36 salên wê kirin.

Serokwezîrê rejima Beasa Îraqê Sedam Husên sala 1986an bi 8 qonaxan dest bi Operasyona Komkujiya Enfalê kir.

Di heyama 2 salan de zêdeyî 182 hezar Kurd hatin qetilkirin.

Operayona Komkujiya Enfalê 14ê Nîsana 1988an li herêma Germiyanê dest pê kir.

Komkujiya Enfalê

Rejima Beasê ya Îraqê, ji bo operasyona şewitandina gundan, kîmyabarankirina Kurdan, dîlgirtina jinan û kuştina zarokan ji aliyê dînî ve meşrû bike navê operasonê xwe kiribû “Enfal”

Beriya destpêkirina komkujiya Enfalê, Enfala Barzanê dest pê kiribû.

31ê Tîrmeha 1983yan xelkê herêma Barzanê, li ser sînorê Îraq û Erebistana Siûdiyê li çola Musenayê hatin bicihkirin.

8 hezar mêrên Barzaniyan li wê çolê hatin binaxkirin.

Peyva Enfalê bi Erebî tê wateya, "xenîmet, xenîmeta şer, talankirina malên dijmin."

Keleha Nugre Selmanê şahidiya wahşet û komkujiyê kir

 

Keleha Nugre Selmanê ya li bajarê Musennayê li nava çola Semawayê wê demê wekî kampê hat bikaranîn.

Êdî navê wê bibû “Kampa Mirinê” ku beşek bû ji komkujiyê.

Bi hezaran kes li wir hatin binaxkirin.

Babeta bernameya Ligel Renc a Rûdawê jî li ser komkujiya Enfalê bû.

Bername li Keleha Nugre Selmanê hat çêkirin û şahidên komkujiyê, nivîskar, lêkolîner, hunermend, helbestvan û girtiyên siyasî yên wê demê beşdar bûn.

Renc Sengawî û mêvanên xwe di çend waran de li ser komkujiya Enfalê axivîn.

“Em hîn jî Enfalê dijîn”

 

Yek ji mêvanên bernameyê lêkolîner û nivîskar Farûq Refîq da zanîn ku di dîrokê de ti carî wekî komkujiya Enfanê komkujiyek pêk nehatiye.
Farûq Refîq diyar kir ku Enfal hîn jî berdewam dike û wiha got:

“Enfal di rojekê de çênebû bi dawî nebû. Em îro jî di nava Enfalê de Enfalê dijîn.

Mixabin wekî millet me hay jê nîne. Em dixwazin hafizeya xwe bixapînîn û bi zorê ji bîr bikin.

Belkî sedema wê ew e ku em nikarin tehamulî êşên Enfalê bikin.

Em dizanin ku li hemberî wê trajediyê me helwesta pêwîst wernegirtiye.”

Piştê ku rejima Beasê sala 2003yan hat rûxandin, Dadgeha Cezayan a Îraqê ji ber komkujiyên Enfal, Barzan, Helebceyê li ser 423 kesan doz vekir.

“Hikûmetên niha yên Bexdayê her wekî yên rejima berê ne”

Hikûmetên Îraqê, yên piştî rejima Beasê hatin avakirin, kiryarên komkujiyan negirt û dadgehî nekir, qerebûya malbatan nekir, hestiyên qurbaniyên malbatan neda malbatan û karê pêwîst bû ku bike nekir.

Farûq Refîq amaje bi wê yekê kir ku hikûmetên niha yên Bexdayê her wekî rejimên berê yên Bexdayê ne û hikûmetên niha yên Bexdayê jî naxwaze mafê Kurdan nas bike.

Li gorî gotina Farûq Refîq a ku Îraqê niha bi rê ve dibe ne dewlet e komeke milîsan e.

 

“Sedsala 21ê sedsala vejîna Kurdan e”

Nivîskar Ebûbekir Karwanî jî eşkere kir ku sedsala 21ê dê li Rojhilata Navîn bibe sedsala vejîna Kurdan.

Ebûbekir Karwani, da zanîn ku Îraq di nehiştina Kurdan serkeftî nebûye û wiha got:

“Îraqê dixwest bingeha neteweperweriya Kurdan ji nav bibe û dixwest Kurdan ji welatên wan derxe.

Wisa bawer dikir ku dê zimanê Kurdan, çanda Kurdan nehêle lê belê Kurd têkoşîn kir.

Ji ber wê jî sedsala 21ê li Rojhilata Navîn dê bibe sedsala vejîna Kurdan.”

Ebûbekir Karwanî behsa sedemên dîrokî yên komkujiya Enfalê jî kir û wiha got:

“Yek ji sedemên Enfalê jî trajediya Lozanê ye.

Dema piştî Şerê Yekemîn ê Cihanê çêbû di nexşeyan de Kurd bê dewlet hatin hiştin.

Bi Peymana Lozanê re jî ev bû peymaneke navneteweyî.

Ev jî bû sedem ku em Kurd bi neteweyên din re bibin xwîniyên hevdû. “

“Enfal nebûye meseleya Kurdistanê”

Mudîrê Giştî yê Karûbarên Hunerî û Çandî yê Silêmaniyê Muhsîn Edîb jî di wê baweriyê de ye ku pêvajoya Enfalê berdewam dike.

Muhsîn Edîb amaje bi komkujiyên li ser Kurdan kir û wiha got:

“Em wisa difikirin ku dê Enfal 1988an bi dawî bibe lê belê sala 2014an li Şingalê careke din derket holê.

Dîsan sala 2018an li Efrînê derket pêşberî me.

Enfal ne biryareke kesekî sûcdar e ku bi kêliyekê biryarê distîne û bi cî dike ew pêvajoyek e.

Enfal nebû meseleyeke girîng a Kurdistanê û nebû dozeke navneteweyî. “

Muhsîn Edîb ji nûnerên Kurdan xwest ku li ser meseleya Enfalê bi awayekî cidî kar bikin û wê bikin dozeke navneteweyî.

Hunermend Abdulah Cemal Sergirme jî amaje bi wê yekê kir ku Enfal ne tenê bi awayekî fizîkî bûye û Enfal komkujiyeke civakî, çandî, dînî jî bûye.

“Divê Kurd yekgirtî bin”

Hunermend Seyîd Ehmed Rewandizî jî amaje bi wê yekê kir ku ji bo careke din ew komkujî neyên serê Kurdan divê Kurd yekgirtî bin.

Akademîsyenê Zanîngeha Çermoyê Huner Emîn li ser Enfalê wiha got:

“Heta ku pêvajoya şîna Enfalê bi dawî nebe li ser asta navneteweyî wekî komkujî nayê qebûlkirin û kar di wî warî jî de nayê kirin. “

“Divê gorên komî bên vekirin û hestî bên radestkirin”

Lêkolînerê komkujiyan û akademîsyenê zanîngehê Merîwan Ebdulmecîd jî da zanîn ku di dema komkujiyê de bi hezaran kes hatin qetilkirin, di gorên komî de hatin definkirin û gelek gorên wan hîn jî wenda ne.

Ebdulmecîd anî ziman ku divê gorên komî yên hatine dîtin bên parastin, di zûtirîn demê de bên vekirin û testa DNAyê bê kirin û hestî radestî xizmên wan bên kirin.

Ebdulmecîd di berdewamiyê jî de wiha got:

"Ez şerm dikim ji ber ku ev hestî 36 sal in li çolê mane. Divê gorên komî bên vekirin û hestî radestî malbatên şehîdan bên kirin û cihên definkirinê yên taybet hebin.

Ji aliyê din ve ji bo ku ev çandek pêwîste her sal gelê Kurd serdana Nugre Selmanê bike.

Li gorî tawanên komkujiyê yên navneteweyî, Nugre Selman qonaxa duyemîn a tawanê ye ku dewleta Îraqê xelkê kom dike.

Piştre wan digihîne gorên komî û bi saxî binax dike. Ji ber vê yekê divê parastina van gorên komî bibe pirseke navneteweyî.

“Astengiyên li pêşiya naskirina sûcê Enfalê wekî komkujî”

Sûcê komkujiya Enfalê hîn di qada navneteweyî de nehatiye naskirin.

Li gorî Merîwan Ebdulmecîd ev pirsgirêk bi rola dadgehên navneteweyî ve girêdayiye.

Merîwan Ebdulmecîd wiha got:

“Prensîpên ku dadgehên navneteweyî li ser esasê xwe ava dikin, dewleta serbixwe esas digirin.

Miletê ku li dijî wî sûc tê kirin, divê dewlet û rêxistinek serbixwe hebe ku bikaribe vê pirsgirêkê çareser bike.”

Ebubekir Karwanî her wiha diyar kir ku Kurd mexdûrê avahiyeke xirab, îdeolojiya Beas û milîtarîzma Îraqê.

Ebûbekir Karwanî jî li ser nasandina komkujiya Enfalê li ser asta navneteweyî wiha got:

 “Kurd dibin qurbaniyê sîstemeke navnetweyî ya neadil a ku dewlet di navenda wê de ye û mafên gelên Îraqê jî hatiye binpêkirin.

Serweriya dewletekê û prensîba destêwernedana di karûbarên navxweyî yên welatên din de rê li ber dewletan vedike ku her cure tawanan li dijî netewweyên ku li ser xaka xwe dijîn bikin.

Di warê hiqûqa navneteweyî de nûnerê vê rewşê Neteweyên Yekbûyî ye.

Wan Pêşmergeyên me yên ku ji bo mafên me têdikoşiyan wekî cudaxwaz’ û hêza komkuji ji pêk aniye wekî artêşa fermî nas kirin.”

“Enfal û Erebkirin heman tişt e”

 

Nivîskar û akademîsyen Şêrko Kurmanc jî diyar kir ku siyaseta Enfal û Erebkirinê her yek siyaset e.

Li ser siyaseta Erebkirinê Şêrko Kurmanc got:

 "Divê komkujiya Enfalê tenê bi rejîma Beasê re sînordar nemîne.

Dewleta Îraqê ji destpêkê ve bi hêviya tinekirina neteweya Kurd hatiye avakirin.

Enfal û Erebkirin ji hev nayê qutkirin. Enfal ji pêkanîna pêvajoya Erebkirinê bû.

Bi rastî sedema herî mezin a Enfalê Erebkirin bû.”

Kerkûk hîn jî tê erebkirin. Ne Erebên Sunne û ne jî yên Şîe amade ne ku hemû biryar û yasayên Encumena Serkirdatiya Şoreşê li Îraqê nû hilweşînîn.

“Sînema amûrek bihêz e ji bo nasandina Enfalê”

Derhênerê Hewlêrî Şaxewan Mistefa ragihand ku yek ji hêza herî bihêz a danasîna proseya Enfalê bi hemû cîhanê sînema ye.

Herwiha Şaxewan Mistefa got:

“Ez di wê baweriyê de me ji bo danasîna civaka navnetweyî sînema hêzeke mezin e.”

Mistefa amaje bi wê yekê jî kir ku bi hezaran çîrok hene ku li ser Enfalê bêne vegotin û ji bo sînemayê werin adaptekirin.

Herwiha Mistefa da zanîn ku ew dikarin fîlmekî baş li ser Enfalê çêkin û nîşanî hemû cîhanê bidin û eşkere bikin ku miletek heye.

Ew milet bi sedan sal e destûr nayê dayîn ku bibe xwediyê ax, çand û nasnameya xwe.

 

Rêya Nugre Selmanê mirin anî bîra wan

Ew kesên ku bûn mêvanên bernameyê û bûn şahidê wê serdemê jî behsa serpêhatiyên xwe yên li Keleha Nugre Selmanê kirin.

Wirya Mihemed tenê du salî bû ku ew bi malbata xwe re biribûn Nugre Salmanê.

Wirya Mihemed dema diçû wê keleha ku li nava çolê ye û wekî "Deriyê Dojehê" tê zanîn xembar bû.

Wirya Mihemed hestên xwe xembariya xwe ji Rûdawê re wiha anî ziman:

 “Dema ku em ber bi vê çolê ve çûn, ez tenê 2 salî bûm. Em bi dêya xwe re dimeşiyan.

Niha ez meraq dikim, ma wê çaxê dêya min tî bû? Şîrê wê hebû ku bide min?

Ez li seranserê rêwîtiyê li ser hestên zarokekî 2 salî difikirim.”

Malbata Wirya Mihemed piştî rojên bi êş û şkence yên Nugre Selmanê bi navê "efûya" hatiye dayîn tê berdan.

Mihemed diyar kir ku birayê wî yê ku çend sal jê mezintir e bi “beşdariya tohmeta derbeya leşkerî” rastî şkenceya rejima Beasê tê û çavekî xwe wenda dike.

"Dapîra min, heta mir li benda vegera bavê min bû"

 

Helo Tahirê ku xwendekarê lîsansê ye û ew jî wekî Wirya di zarokatiya xwe de bûye şahidê wê zilmê.

Bavê Helo çûye û careke din venegeriya ye.

Helo Tahir behsa hesrata bavê xwe kir û wiha got:

"Yek ji sûcên herî mezin ên rejîma Beasê li hemberî Kurdan pêk anî, ew bû ku zarok ji hezkirina bavê xwe bêpar hiştin.

Dapîra min heta roja mirinê her roj li ber derî li benda vegera bavê min ma

Ji min re digot, eEger ez bimirim û bavê te vegere, tu dê wî bi xemla zikê wî nas bikî.

Niha dema ku ez ber bi Nugre Selmanê ve diçim, di her kêliyê de ez hest dikim ku ez dê bimirim."

 

“Enfala Behdînanê cuda bû”

Helbestvan Burhan Zêbarî jî diyar kir ku jenosîda Enfalê li herêma Behdînan (Dihok-Zaxo-Amedî) bi awayekî cuda rû daye.

Burhan Zêbarî li ser Enfala Behdînanê wiha got:

“Ji ber ku li Behdînanê gel li meydanên gund kom dikirin û gule berdidan wan. Pir hindik kes hatin sirgûnkirin û anîn vir.”

Lêkolîner Elî Bendî jî da zanîn ku li herêma Behdînanê 5 hezar kes hatine qetilkirin û heta niha jî aqûbeta 2 hezar kesan nediyar e.

Ji girtiyên siyasî yên wê serdemê Mesud Eyûb jî diyar kir ku gundê wan bi çekên kîmyewî hatiye bombekirin û 3 birayên wî jî ji ber gaza kîmyewî jehrî bûne jiyana xwe ji dest daye.

Mesûd Eyûb wiha got, "Dayika min heta mirina xwe bi êşa wê rojê jiya."

“Ji bo çandinî li wan neyê kirin em erdên gorên kom dikirin”

 

Xizmekî din ê qurbaniyên Enfalê diyar kir ku gelê herêmê li zeviyên ku gorên komî yên li derdora Nugre Selmanê çandiniyê dikin.

Wî da zanîn ji bo xelkê herêmê çandiniyê nekin wan kêlên goran danîne ser zeviyan lê dîsan jî xelkê herêmê şerm nakin û tên çandiniyê dikin.

Li gorî gotina wî hefteya borî yek ji gundiyên herêmê dema li li baxçeyê xwe bîr dikola hestî ji binê baxçeyên wî derketine.

Xizmê qurbaniyan herwiha got:

“Xwediyên erdan dibêjin ev aîdê me ye. Em erdên ku gorên komî lê hene dikirin, da ku neyên çandin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst