Baroya Rihayê jî têkildarî ‘îtîraf’ên Peker serî li dozgeriyê da

27-05-2021
RÛDAW
Nîşan Baroya Rihayê Tirkiye Sedat Peker Mafya Mehmet Agar Korkut Eken Suleyman Soylu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Rihayê jî derbarê mafyager Sedat Peker de li Serdozgeriya Komarî gilî tomar kir. Berî niha jî baroyên Amed û Îzmîrê têkildarî îtîrafên Peker serî li dozgeriyê dabûn.

Baroya Rihayê li hejmara xwe ya fermî ya Twitterê aşkere kir ku wan li dijî Sedat Peker, Wezîrê Navxwe yê berê Mehmet Agar, kurê Agar ku parlamenterê AK Partiyê yê Xarpetê ye Tolga Agar, kurê Serokwezîrê berê Bînalî Yildirim Erkam Yildirim û karmendê berê yê MITê Korkut Eken û hevalên wî de, li Serdozgeriya Komarî doz tomar kirine.

Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel li ser sedema serlêdana serdozgeriyê jî got, “ji bo segoşeya dewlet, mafya û siyasetê li ber darazê hesab bide û ser peywendiyên qirêj neyê nixûmandin” wan ev gilî tomar kirine.

Baroya Amedê roja 24ê vê mehê li ser gotin û îtîrafên Sedat Peker, bo ku derbarê bûyerên kuştinê yên salên 90î de ku bikêrên wan heta niha jî ne diyar in û wek “faîlî meçhul” tên zanîn, serî li Serdozgeriya Komarî ya Amedê da bo ku ew bûyer bi awayekî hûr û berfireh bên lêkolînkirin.

Baroya Amedê ev daxwaz pêşkêş kiribûn:

-Destpêkirina lêpirsîneke bilez û berfireh li ser gotinên Sedat Peker

- Divê wek tometbar îfadeyên Mehmet Agar, Korkut Eken û kesên din bên wergirtin

-Ew dosyeyên ku hatine girtin li ser gotinên Sedat Peker careke din bên vekirin û lêpirsîn bê destpêkirin

-Peydakirina biryara Encûmena Ewlekariya Niştimanî

Herwiha Baroya Îzmîrê jî roja 24ê vê mehê li dijî Sedat Peker, Suleyman Soylu, Mehmet Agar, Tolga Agar û Erkan Yıldırım li serdozgeriyê doz tomar kiribû û daxwaz kiribû ku Wezîrê Navxe yê Tirkiyê Suleyman Soylu demildest ji kar bê dûrxistin û lêpirsîneke berfieh bê destpêkirin.

Baroya Îzmîrê di daxuyaniya xwe de amaje bi gotin û îtîrafên mafyager Sedat Peker kiribû û gotibû, “Komara Tirkiyê neçar e ku bi lêpirsîneke kartêker proseya niha çareser bike” û hişyariyê dide ku eger ew lêpirsîn neyê kirin hiqûq dê ji holê rabe û gotina kesên “bihêz û têkilî karên neyasî bûne” dê derbasdar bibe.

Ev heyamek e mafyagerê navdar ê Tirkiyê Sedat Peker ji Îmaratê peyamên vîdyoyî belav dike û "peywendiyên berpirsên dewletê û mafyayê û tora bazirganiya maddeyên hişber" aşkere dike.

Fokusa vîdyoyên Peker li ser Suleyman Soylu ye û Peker di vîdyoyên xwe yên dawî de ji Soylu re gotibû, “Ez dê toqeke kûçikan bixim stûyê te û te bigerînim û ez dê te jinav bibim.”

Ev peyamên vîdyoyî heyamek e bûne rojeva siyaseta Tirkiyê û aliyên opozisyonê daxwaz dikin Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu dest ji kar berde.

Herwiha Sedat Peker di 7emîn vîdyoya xwe de behsa bûyerên kuştina karsazên Kurd û kesayetên naskirî, mezintirîn metirsiyên li pêş Tirkiyê, pirsa Kurd û Elewî, tora bazirganiya maddeyên hişber, kiryarên îşkenceya li zindana Amedê û gelek mijarên din kiribû ku berpirsên dewletê têkildar in.

Erdogan jî demek bû li ser vê mijarê bêdeng bû û cara yekem duh, 27/05/2021, di civîna fraksiyona partiya xwe de bi berfirehî behsa mijarê kir û piştevaniya xwe ji Soylu re ragihand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst