Li Xarpêtê gule li çayxaneyekê hatin reşandin: 6 birîndar

10-08-2023
RÛDAW
Nîşan Xarpêt Çayxane Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê ji otomobîlekê gule çayxaneyekê reşandin, di encama êrişê de 6 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên hatine belavkirin, şevê din li Taxa Pîşesaziyê ji otomobîlekê gule li çayxaneya li Çaterêya Fatih Sultan Mehmetê hatine reşandin.

Di êrîşê de 6 kesên ku li çayxaneyê rûniştîbûn birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirûstiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Birîndar piştî midaxeleya li cihê bûyerê birin nexweşxaneyên li bajêr.

Tê gotin ku ji bo girtina gumanbaran polîs ketine tevgerê.

Heta niha nayê zanîn êrîş ji ber çi hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst