Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Têrcanê ya parêzgeha Erzinganê erd hejiya.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku pileya erdhejê 4,1 e.
Li gorî AFADê, erdhejê saet 01:30î rû daye.
Herwiha kûrahiya erdhejê 15,67 kîlometre ye.
Heta niha li ser xisarên erdhejê ti agahî nehatine dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse