Tora Medyayî ya Rûdawê bernameya “Bestoon Talk” radigihîne

27-04-2023
RÛDAW
Nîşan Tora Medyayî ya Rûdawê Bestoon Talk
A+ A-

Helwêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê di berdewamiya pêşxistina karê medyayî de bernameyek nû ya bi şêwaza gotûbêj radigihîne ku navê wê Bestoon Talk e.

Bernameya Bestoon Talk ku dê ji aliyê pêşkêşkarê jêhatî yê Tora Meyayî ya Rûdawê Bêstûn Osman ve bê pêşkêşkirin, dê kar bike ku awayeke nû ya gotûbêjê bîne rojevê ku nifşê nû jî bikaribin rasterast di nava wan gotûbêjan de beşdar bin.

Bestoon Talk dê her mehê carekê li yek ji zankoyên Herêma Kurdistanê bê pêşkêşkirin, di bernameyê de mêvandariya yek ji berpirs û rayedarên Herêma Kurdistanê tê kirin lê cûdahiya wê ew e ku di nava hola zankoyê de dibe û rasterast derfetê dide ciwanan ku pirsan ji beşdaran bikin.

Armanca sereke ya bernameyê pêşxistina gotûbêjan, berpirsyarî, zelalî di rêvebirinê de û beşdariya ciwanan e di nava biryaran de.

Ev bernameya ku dê her carê û li zanîngehekê bê pêşkêşkirin, dê derfetê bide xwendekaran ku rasterast pirsan bikin.

Di bernameya nasandina Bestoon Talk de Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert û balyozên çend welatan jî beşdar bûn.

Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert gotarek pêşkeş kir û li ser bernameyê got, “Ez piştgirî didim bernameyên mîna Bestoon Talk ji ber ku ew derfetê didin ciwanan ku bi hemû serkirdeyan re biaxivin û gotûbêjê bikin, ez piştgiriyê didim bernameya Bestoon Talk ji ber ku tiştekî dirist e ku diyalogek vekirî di navbera xelkê û berpirsan de hebe.”

Jeanine Hennis-Plasschaert got, “Bêdengkirin, rêgirîkirin an binpêkirina nîqaşên giştî du encamên xwe hene: îmaja welat xirab dike û baweriya di nav gel de ji holê radike.”

Jeanine Hennis-Plasschaert li ser pêşxistina civakê jî anî ziman, “Dibe ku nakokî û ramanên me yên cuda hebin lê di dawiyê de ew dikarin civaka me xurt bikin.”

Her wiha Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed jî di bernameyê de axivî û li ser bernameya Bestoon Talk got, “Bestoon Talk deriyekî nû di navbera ciwan û kesayetiyên Kurdistanê de vedike. Niha ku li Kurdistanê kêmbûna diyalog û hevdîtinan heye, bernameya “Bestoon Talk” pirsên bêbersiv radixe ber çavan, da ku nifşê nû hûrgiliyên rewşa niha bizane û bi zanyariyên zêdetir li paşeroja xwe binêre.”

Ako Mihemed her wiha behsa kar û xebatên Rûdawê jî kir û anî ziman, “Tenê di sê mehên borî de 323 raportên televizyonî û berhemên Rûdawê ji aliyê televizyonên hevkarên Tora ENEX ve hatine weşandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst