Li Kanî Masiyê TNT bi tîma çêkirina elektrîkê de teqiya

27-04-2021
RÛDAW
Li Kanî Masiyê teqînek çê bû. Peyamnêrê Rûdawê Nasir Elî têkildarî bûyerê agahiyan dide.
Li Kanî Masiyê teqînek çê bû. Peyamnêrê Rûdawê Nasir Elî têkildarî bûyerê agahiyan dide.
Nîşan Herêma Kurdistanê Kanî Masî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber bombebarana Tirkiyê, elektrîk li ser 76 gundên sînorê bajarokê Kanî Masî ya Duhokê qut bûye û ji bo çareserkirina kêşeyê, du tîmên çakkirina elektrîkê çûne deverê lê di rê de TNT bi tîmekê de teqiyaye. Rêveberê Bajarokê Kanî Masiyê dibêje, “ji ber teqînê 3 kes birîdnar bûne.”

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, ji ber bombebarana Tirkiyê hêla elektrîka giştî ya navenda nahyeya Kanî Masiyê û 76 gundên sînorê wê nahyeyê qut bûne û ji bo çêkirina hêla elektrîkê tîmên fermangeha elektrîkê çûbûne navçeyê.

Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, TNT bi tîmeke çêkirina hêla elektrîkê de teqiyaye û jiber bûyerê 3 karmendên fermangeha elektrîka Kanî Masî birîndar bûne

Rêveberê bajarokê Kanî Masiyê, Serbest Sebrî jî ji Rûdawê re ragihand, birîndar rakirine nexweşxaneyê û diyar kir: “Em nizanin rewşa tendirustiya birîndaran çawa ye.”

Artêşa Tirkiyê ji 23ê Nîsanê ve operasyoneke nû di nav axa Başûrê Kurdistanê û li navçeyên Metîna, Avaşîn û Zapê destpê kiriye û li navçeyê şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de rû didin.

Peyamnêrê Rûdawê dibêje, êvara roja Duşemê jî di navbera herdu aliyan de pevçûn derketiye, ku nêzîkî pênc demjimêran dom kiriye û ji ber bombebaranên Tirkiyê elektrîk li Kanî Masiyê û bi dehan gundên derdorê qut bûye.

Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê, ji ber qutbûna hêla elektrîkê nêzîkî 9 hezar kes li navçeyê bê elektrîk mane.

Heya niha nayê zanîn, ku ew TNT ji aliyê kê ve li navçeyê hatiye danîn.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst