Konfederasyona Revenda Kurdistanî: Êrişa li Belçîkayê nayê qebûlkirin

27-03-2024
RÛDAW
Nîşan Belçîka Êriş Newroz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konfederasyona Revenda Kurdistanî êrişa nijadperestên Tirk a li ser malbateke Kurd a li Belçîkayê şermezar kir û ragihand, “Li paytexta Ewropayê rûdaneke wiha nayê qebûlkirin.”

Li bajarokê Heûsden-Zolderê yê Belçîkayê komeke nijadperstên Tirk 25ê Adarê êrişî malbatên Kurd ên ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriyan kiribû.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi daxuyaniyekê ew êriş şermezar kir.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî derbarê êrişê de ev agahî dan:

“Grupeke ciwanên Kurd, bi Alaya Kurdistanê û bi cil û bergên kurdî, ji bo pîrozkirina cejna Newrozê bi seyareyan li cadeyên bajarê Lovenê xwepêşandan kir.

Ev yek bûbû egera wê yekê ku nijadperestên Tirk erişî malbateke Kurd bikin û bavêjin ser mala wê malbatê.

Malbat ji aliyê polîsan ve ji nijadperestan hatibû parastin. Di wê êrişê de camên pencereyên xaniyê wê malbatê hatibûn şikandin.

Ev bûyer li Lovenê derbasî bajarên wekî Hassel û Brukselê jî bû. Ev çend roj in erîşên grûpa tundrewên Tirk, her berdewam dike.

Di vê erîşê de 2 endamên navenda me ya Belçîkayê ji birîndar bûn.”

Konfederasyona Revenda Kurdistanî diyar kir ku di çareserkirina hemû cure nakokiyan de bikaranîna tundûtûjîye red dike û metodên demokratîk û aştiyane di hemû xebat û çalakiyên xwe de ji xwe re esas digire.

“Êrişkirina dikanan xizmeta Kurdan û xelkê Belçîkayê nake”

Konfederasyona Revenda Kurdistanî amaje bi wê yekê kir ku pîrozkirina Newrozê mafekî rewa yê gelê Kurd e û got:

“Mafê ti kesî jî nîne pêşî li pîrozkirina cejna Newrozê bigire.

Em êrişên nijadperestan ên li ser Kurdan şermezar dikin û li paytexta Ewropayê rûdaneke wiha nayê qebûlkirin.

Di heman wextî de ku Kurdên niştecihên Belçîkayê jî divê nerazîbûna xwe li hemberî êrişên nijadperestan, li gorî qanûn û yasayên Belçîkayê nîşan bidin.

Êrişkirina dikanan û derdorên xwe, xizmeta Kurdan û xelkê Belçîkayê nake, belkî xizmeta nijadperestan bike.”

“Zemînê ji nijadperestan re xweş nekin”

Konfederasyona Revenda Kurdistanî ji ciwanên Kurd xwest ku ew neyên provakasyonên nijadperstan û nerazîbûna xwe li gorî yasaya Belçîkayê bînin ziman û got:

“Divê ciwanên Kurd ji metodên tundûtûjiye dûr bin û zemînê ji nijadperestan re xweş nekin.

Wekî her miletekî, Kurdan jî mafê xwe heye, bi cil û bergên xwe yên Kurdî û bi kultur û kevneşopiyên xwe cejnên xwe yên neteweyî û olî pîroz bikin.

Kurd her tim aştîxwaz bûne û dê her aştîxwazbûna xwe bidomînin.

Loma, em bangî malbatên Tirkan jî dikin ku zarokên xwe ji bikaranîna tund û tûjiya li dijî Kurdan, dûr bixin!

Em bangî hikûmet û hêzên ewlehiya Belçîkayê jî dikin ku mecalê nedin grûpa tundrew a Tirk ku êrişî Kurdên niştecîhên Belçîkayê bike.

Bila êrişkar û provakator bên girtin û bên cezakirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst