Ji ava Gola Wanê sabûn hat çêkirin

27-02-2024
RÛDAW
Rêjeya sodayê ya Gola Wanê pir zêde ye
Rêjeya sodayê ya Gola Wanê pir zêde ye
Nîşan Gola Wanê Zanîngeha Bedlîsê Sabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zanîngeha Bedlîsê ji ava Gola Wanê sabûna avî ya destşûştinê berhem anî.

Ava Gola Wanê aveke taybet e û ekosîstema wê ji ya avên şîrîn û deryayan jî cuda ye.

Ava Gola Wanê şor û bi soda ye. Rêjeya pHa wê 9,8 e. Ji ber vê yekê zivistanan dever çiqasî dijwar be jî Gola Wanê qeşa nagire.

Zanîngehên bajarên Bakurê Kurdistanê bi berdewamî lêkolînan li ser wê avê dikin û dixwazin bi kar bînin.

Akademîsyenên Zanîngeha Bedlîsê projeyek ji bo çêkirina sabûnê danî û ji ava Gola Wanê sabûna destşuştinê berhem anî.

Xebatên lêkolînê hatin kirin

Serokê Zanîngeha Bêdlîsê Necmettin Elmastaş got:

“Di bin sîwana zanîngeha me de ji bo sûdwergirtina hinek madeyên xav xebatên lêkolînê hatin kirin.

Yek ji van xebatan jî bo berhemanîna sabûna destşuştinê bikaranîna ava bi soda ya Gola Wanê bû.

Niha em ji ava Gola Wanê sabûnê berhem tînin.”

Rêjeya sodayê ya Gola Wanê pir zêde ye

Ji ber ku rêjeya sodayê ya di nav ava Gola Wanê de pir zêde ye, xerciyên hilberîna sabûnê kêmtir dibin.

Akademîsyenê Zanîngeha Bêdlîsê Erhan Onat jî got:

“Em niha wekî zanîngehê berhem tînin lê eger karsazek hebe em dixwazin vî karî zêdetir pêş bixin.

Da ku sûda wê ji bo herêma me hebe. Wekî hûn dizanin Gola Wanê li cîhanê gola ku rêjeya sodaya wê herî zêde ye.

Divê em wekî herêm ji vê yekê sûdê wergirin.”

Rûberê Gola Wanê ku mezintirîn Gola Kurdistanê ye 3 hezar û 713 kîlometre duca ye.

Rêjeya xwê û sodayê ava wê gelekî zêde ye û bi giştî hezar û 464 metreyan ji asta deryayê bilind e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst