GEVER - Îranê deriyê sînorî girt: Rêza barhilgiran gihişt 15 kîlometreyan

27-02-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan Deriyê Bajêrgeyê Îran Girtina Deriyên Sînorî
A+ A-

Gever (Rûdaw) - Pirsgirêkên Deriyê Sînorî yê Bajêrgeyê ku dikeve navbera navçeya Geverê û bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê, zêdetirî mehekê ye nehatine çareserkirin.

Bi gotina şofêran di derî de pirsgirêkeke teknîkî heye û nêzîkî 5 hezar barhilgir nikarin derbasî aliyê Îranê bibin.

Rêza barhilgiran li ser rêya dervazeyê gihîştiye nêzîkî 15 kîlometreyan û xwarin û vexwarina şofêran jî nemane.

“Xwarin û mazota me xelas bûn”

Şofêrê barhilgirê Hasan Dag got, “Em nizanin, dibêjin li aliyê Îranê înternet tine.

Em nizanin mesele çi ye ez 3 rojan heta vir hatim, 3 rojên din bi zorê ez dê bigihîjim ber derî.

Îca ez nizanim ka ez dê çend rojan li wir jî bimînim. Xwarina me xilas mazota me xilas. Serma ye. Ez nizanim Îran çima rê nade.”

“Em hemû li vir perîşan bûne”

Şofêr Qasim Xelîfe wiha anî ziman, “Ez bi xwe 5 roj in di rêzê de me, nanê me û mazota me xilas bûn.

Ji serma em nikarin di nava seyarê de rûnên em dadikevin û ezing û kartonan kom dikin û agir dadidin û xwe germ dikin.

Rewş gelek sext e. Îran kar nake aliyê Îranê kar nake û seyareyan hil nade. Em hemû li vir perîşan bûne.

Şaredariya Bajêrgeyê xwarin û vexwarin gihandin şofêrên barhilgiran.

Bi gotina şaredarê Bajêrgeyê derdora 5 hezar barhilgir di rê de ne û sedem jî pirsgirêkên ji aliyê Îranê ne ku sîstema gumrikê ya Îranê hêdî kar dike û pirsgirêkên teknîkî hene.

“Em bawer nakin ku pirsgirêkeke sîstemî hebe, astengî tê derxistin”

Serokê Şaredariya Bajêrgeyê Dirbaz Buyuksu got, “Nêzikî mehekê ye rêzeke 15 kîlometreyî ya barhilgiran çêbûye. Li aliyê Îranê pirsgirêk heye.

Tê gotin ku sîstem xera bûye. Lê em bawer nakin ku pirsgirêkeke sîstemî hebe. Astengî tê derxistin.

Em di wê baweriyê de ne ku aliyê Îranê hêdî dixebite. Ji ber wê yekê rêza barhilgiran dirêj bû.

Em jî wek şaredarî li vir şorbeya germ pêşkêşî mexdûran dikin.”

Deriyê Bajêrgeyê ku bi Tirkî Esendere ye, li aliyê Rojhilatê Kurdistanê jî wekî Sêro tê binavkirin

Salane derdora 14 hezar barhilgir û 39 hezar wesayetên biçûk û 720 hezar rêwî di Deriyê Sînorî yê Bajêrgeyê de derbas dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst