Çalakvanan di sir û seqemê de li Sûlava Bêgiriyê çalakiyek li dar xist

27-01-2025
RÛDAW
Çalakiya li Sûlava Bêgiriyê /Wêne: AA
Çalakiya li Sûlava Bêgiriyê /Wêne: AA
Nîşan Sûlava Bêgiriyê Wan Komeleya Çalakvanên Gola Wanê Çalakî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Çalakvanên Gola Wanê li Sûlava Bêgiriyê ya li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê çalakiyek li dar xist.

Li Sûlava Bêgiriyê sir û seqem e ku pileya germê di bin sifirê de ye û beşeke sûlavê qerisî ye.

Lê belê endamên Komeleya Çalakvanên Gola Wanê ji bo balê bikşînin ser parastina jîngehê di nav ava Sûlava Bêgiriyê de melevanî kir.

"Armanca me avakirina hişmendiya parastina jîngehê ye"

Serokê Komeleya Çalakvanên Gola Wanê Erdogan Ozel got:

"Armanca me danasîna herêmê ye. Di heman demê de avakirina hişmendiya parastina jîngehê ye.

Niha em bi tîmeke 40 kesî dikevin ava cemidî ya sûlavê. Ev sala me ya şeşan e û em dê her sal bên vê derê."

Hinek çalakvan ji parêzgehên wekî Stenbol, Îzmîr û Enqereyê beşdar bûne û bi naskirina herêmê kêfxweş in.

"Em bi hatina vê derê kêfxweş in"

Endamê Komeleya Çalakvanên Gola Wanê Husamettîn Golcu got, "Armanca me li sûlavê çalakiyên zivistanê ne.

Li gel ku pileya germê di bin sifirê de ye lê dîsa jî bi hevalên xwe yên ku ji çalakiyên bi vî awayî hez dikin re em ketin nav ava sar.

Lê em ne cemidîn. Em bi hatina vê derê kêfxweş in."

Sûlava Bêgiriyêya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ku nêzîkî 20 metreyî ji jor diherike, di her çar demsalan de bi xweşikiya xwe balê dikişîne û dibe cihê serdana geştyaran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst