Li Wanê hemû çalakî hatin qedexekirin

27-02-2025
RÛDAW
Nîşan Wan Qedexe Çalakî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hemû çalakiyên wekî xwenîşandan, meş, civîn, civînên medyayê, çalakiyên rûniştinê û vedana konan 15 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Wanê ragihand ku hemû çalakiyên wekî xwenîşandan, meş, çalakiyên rûniştinê, daxuyaniyên medyayê, vedana kon û standan û çalakiyên din ji 26ê Sibata 2025an heta 12ê Adara 2025an 15 rojan hatine qedexekirin.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku biryar bi armanca pêkanîna ewlehiya can û milkê xelkê, pêkanîna ewlehiya neteweyî, rêlibergirtina tawan û êrişan, parastina maf û azadiyên xelkê hatiye dayîn.

Li gorî biryarê, hatin û çûna bikom a nav parêzgeha Wanê jî hatiye qedexekirin.

Divê were gotin DEM Partiyê ragihandiye îro dê Heyeta Îmraliyê daxuyaniyê bide û bangî welatiyan kiriye ku li qada navenda parêzgehê bicivin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst