Dêya xwe kuşt û paşê jî xwe îxbar kir

27-01-2024
RÛDAW
Nîşan Bursa Kuştin Umut Buraklar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Înegolê ya Bursayê ya Tirkiyeyê Umut Buraklarê 29 salî yê ku astengiyên wî yên zihnî hene dêya xwe bi kêrê kuşt.

Umut Buraklar paşê telefonî Navenda Bangên Lezgîn (112) kir û xwe radest kir.

Bûyerê doh danê êvarê li taxa Olukmanê ya Înegolê rû da.

Li gorî agahiyan, di navbera Umut Buraklarê ku ji aliyê zihnî ve astengdar e û dêya wî Şafiye Buraklarê de nîqaş derket.

Bi mezinbûna nîqaşê re ciwanê astengdar dêya xwe da ber kêran.

Buraklar bi telefona dêya xwe li Navenda Bangên Lezgîn (112) geriya û got “Min dêya xwe kuşt.”

Li ser agahdarkirinê, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Li gorî nûçeya DHAyê, dêya 4 zarokan Şafiye Buraklar, li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Tîmên tenduristiyê ji bo karûbarê otopsiyê Şafiye Buraklar rakir Saziya Tiba Edlî ya Bursayê.

Li aliyê din Umut Buraklar hat desteserkirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst