Biryareke nû derbarê deriyê Sêmalka de

27-01-2022
RÛDAW
Nîşan Pêşabûr Sêmalka Rojava Başûrê Kurdistanê Deriyê Sînorî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Deriyê Sêmalka ragihand, ji roja Şemiyê ve, kesên li Rojava û Başûrê Kurdistanê asê mane, dikarin rojên Şemî, Duşem û Çarşemê vegerin Rojava û Başûrê Kurdistanê.

Çavkaniyek ji Rêveberiya Deriyê Sêmalka ji Rûdaw re ragihand, ku ji roja Şemiyê ve kesên ku li Rojava û Başûrê Kurdistanê asê mane, dikarin rojên Şemî, Duşem û Çarşemê vegerin Rojava û Başûrê Kurdistanê, û çûn û hatinê bikin.

Li gor zanyariyan kesên xwedî îqameyên Ewropî jî dikarin di wan hersê rojan de, seredana Rojavayê Kurdistanê bikin.

Herweha li gor zanyariyên wê jêderê, rêxistinên mirovî jî dikarin, di wan hersê rojan de (Şemî, Duşem, Çarşem) çûn û hatinê bo Rojava û Başûrê Kurdistanê bikin.

Derî li ber bazirganiyê hatibû vekirin

Deriyê sînorî yê Pêşabûrê yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de piştî 40 rojan li ber tevgera bazirganiyê hatibû vekirin.

Rêveberê Deriyê Sînorî yê Pêşabûrê Şewket Berbiharî ji Rûdawê re ragihandibû deriyê Pêşabûrê roja Duşemê (24/01/2022) tê vekirin û hatin û çûn di rêya wî deriyê sînorî re weke berî 15ê Kanûna 2021an asayî dibe.

Mekanîzmaya nû

Hevdem kesên ku xwedî pasportên biyanî û îqameyên Herêma Kurdistanê ne ku li Rojavayê Kurdistanê asê mane, dikarin vegerin.

Derbarê çûn û hatina asayî ya xelkê de jî, Şewket Berbeharî diyar kiribû, hîn wan mekanizmayek ji bo çawaniya çûn û hatina asayî û geştyarî nedanîne, lê di zûtirîn dem de ew dê mekanizmayekê danin.

40 rojan girtî ma

Şewket Berbeharî ji Rûdawê re ragihandibû, “Hemû kesên ku di rêxistinên biyanî de kar dikin û yên ku bi berdewamî çûn û hatinê dikin, dikarin dîsan biçin Rojavaya Kurdistanê.

Ji roja 15ê Kanûna 2021an ve ji ber êrişa hejmareke endamên Tevgera Ciwanên Şoreşgêr bo ser karmendên deriyê sînorî yê Pêşabûrê, Herêma Kurdistanê biryara girtina wî deriyê sînorî dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst