Li Ruhayê ji bo kesên dîk ber didan hev 14 hezar dolar ceza hat birîn

27-01-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Ruha yê Bakurê Kurdistanê, polîsan girte ser meydaneke şerê dîkan û xwediyê meydanê bi 105 hezar lîre ku dike 14 hezar dolar ceza kirin.

Polîsan di demekê de girtin ser meydanê ku nêzîkî 70 kesî li wir bûn û temaşeya pêlewaniya dîkên Siwêregê dikirin. Ji ber binpêkirina rênimayên xweparastina ji koronayê 70 kes hatin cezakirin. 

Herwiha 17 dîkên şer jî birin birêveberiya xweza û parkên Riha.

Xwediyê meydana şerê dîkan jî ji ber binpêkirina rênimayên rûbirûbûna korona û yasaya hejmar 5199 ku taybete bi serederiya li gel heywanan bi 105 hezar lîre ku dike 14 hezar dolar, hate cezakirin.

Li gorî zanyariyan, polîs li wê meydanê bi rengekî ne yasayî heywanan dixin şer û xelk şert li ser dike, yan jî pêlewaniyê rêk dixin û her hinekan piştgiriya dîkekî dikin û pera li ser pêlewaniya wî datînin. Polîs dibêje, ev şêwaza şertkirinê weke qumarê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst