Li Rojavayê Kurdistanê ji ber êrişên Tirkiyê perwerdehî hat rawestandin

26-11-2022
Hisên Omer
Li Rojavayê Kurdistanê ji ber êrişên Tirkiyê perwerdehî hat rawestandin
Li Rojavayê Kurdistanê ji ber êrişên Tirkiyê perwerdehî hat rawestandin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Êrişên Tirkiyê Perwerdehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber bombebaran û topbaranên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê perwerdehî hat rawestandin. Bombebaran û topbarana Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê ne tenê jêrxana aborî û xizmetguzarî ji kar xistine, lê sektora perwerdeyê jî asteng kirine.

Ji ber metirsiya êrîşên Tirkiyê li ser xwendekar, mamoste û karmendan, Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya xweser roja Pêncşemê xwendin li dibistinên çend bajar û navçeyên Rojavayê Kurdistanê ragirtibû. Heta niha jî ne diyar e eger dibistan dê roja Yekşemê deriyên xwe li pêş xwendekaran vekirin an na.

Hatim Şêxê ku çendîn sal di kerta perwerdeyê de li Rojavayê Kurdistanê kar kiriye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got Rêveberiya ji bo demeke ne diyar karê perwerdehiyê ragirtiye.

Şarezayê perwerdehiyê Hatim Şêxê got "Êrîşa bê serûber a dewleta Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê rewşeke pir xerab li nav tevahiya xelkê Rojavayê Kurdistanê çêkiriye û bi taybet li ser jiyana zarokan vê yekê hiştiye ku Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê karê perwerdehiyê betal bike heta demeke ne diyar."

Li herêmên Rêveberiya Xweser, 4 hezar û 700 dibistan ên qonaxên cuda hene. 860 hezar xwendekar li wan dibistan fêr dibin û 42 hezar mamoste û karmend di kerta perwerdeyê de kar dikin.

Di êrîşên Artêşa Tirkiyê de, navendên hin bajarên Rojavayê Kurdistanê wek Kobanî û Qamişlo û gundewarên piraniya bahar û bajarokên din hatibûn bombebaran û topbarankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst