Hevserokê HDPê yê Hênê hat desteserkirin

26-09-2018
RÛDAW
Nîşan HDP Amed Hêne Fesih Karataş
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê navçeya Hêne ya Amedê Fesih Karataş hat desteserkirin.

 

Li gor medyaya Tirkiyê polîsan sere sibê îro Çarşemê (26.09.2018) bi ser mala Hevserokê HDPê yê Hênê Fesih Karataş de girtin.


Polîsan piştî ku li male lêgerin kirin Fesih Karataş desteser kirin. Sedema desteserkirina Karataş hêj nehatiye zanîn.


Bo îfadeyê Hevserokê HDPê yê Hênê birin Rêveberiya Asayişa Amedê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst