Propagandaya hilbijartinên Kurdistanê bi aramî birêve diçe

26-09-2018
RÛDAW
Biryare roja 30ê Îlonê hilbijartinên xula pêncemîn ên Parlamentoya Kurdistanê birêve biçin.
Biryare roja 30ê Îlonê hilbijartinên xula pêncemîn ên Parlamentoya Kurdistanê birêve biçin.
Nîşan Hilbijartinên Kurdistanê Komîsyon Propaganda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berawirdê hilbijartinên berî, hilbijartinên xula pêncemîn ên Parlamentoya Kurdistanê di keş û hewayeke aram de birêvd diçin. Partî piranî bi riya poster û kanalên ragihandinê propagandayên xwe dikin.

 

Roja 11ê Îlonê proseya propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dest pê kir. Li gel destpêkirina propagandayê jî piraniya aliyan ragihandin, ku ew dixwazin ev prose bi awayeke aram birêve biçin.

 

Berpirsên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê radigihînin, ku herçend hinek binpêkirin hebûne lê vê carê berawirdê carên berê proseya propagandayê bi aramî dimeşe.

 

Herwiha berpirsên komîsyonê li gel berpirsên parêzgariyan û rêveberiyên ewlekariyê jî civînên pêwist kirine û bi hûr û kûr çavdêriya proseyê dikin.

 

Di hilbijartinên borî de ji ber piştgiriya lîste û qewareyan û nepixandina şêweyê propagandayê car bi car di navbera alîgirên partiyan de alozî derdiket.

 

Biryare roja 30ê Îlonê hilbijartinên xula pêncemîn ên Parlamentoya Kurdistanê birêve biçin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst