Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê daxuyanî da

18-03-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin Parlamentoya Kurdistanê Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê derbarê hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ragihand ku ew dê hilbijartinan di dema hatiye diyarkririn de encam bidin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) diyar kir ku wan piştî biryara Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê ev biryar daye ku ew beşdarî hilbijartinan nabin ku bi awayekî neyasayî hatine ferzkirin.

Serokê Tîma Ragihandinê ya Komîsyona Îraqê Îmad Cemîl piştî vê biryara PDKyê ji Rûdawê re got:

“Ti daxwazeke fermî ji bo paşxistina hilbijartinan nehatiye pêşkêşkirin û em dê hilbijartinê di dema hatiye diyarkririn de encam bidin.”

Herwiha Îmad Cemîl ji Rûdawê re got, "Amadekariyên bo birêveçûna hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê berdewam dikin.

Em pabend in hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê di dema diyarkirî de ku ew jî 10ê Hezîranê ye bên kirin."

 

Tê nûkirin…

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst