Li Rihayê zanayên olî ji bo derzîlêdana coronayê bang kirin

26-08-2021
RÛDAW
Nîşan Riha Derziya Corona
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê ku di lêdana derziya coronayê de li ser asta Bakur û Tirkiyê di rêza dawî de ye, zaneyên olî ji bo derziya dijî coronayê bangî welatiyan kirin.

Parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê di lêdana derziya Coronayê de li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di rêza dawî de ye û tekane parêzgeh e ku di xeta sor a Corona de ye.

Parêzgeha Riha di lêdana derziya Coronayê de bi rêjeya %53.8  li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di rêza dawî de cih digre. Ew parêzgeha Bakurê Kurdistanê herwiha tekane parêzgeh e ku di xeta sor a Corona de ye.

Zanayên olî li bajêr ji bo lêdana derziya Coronayê bangî welatiyan kirin.

Di daxuyaniya Walîtiya Rihayê de hat diyarkirin ku li Tirkiyê rêjeya lêdana derziya Coronayê ya doza ewil ji sedî 75.16 e lêbelê li Rihatê rêje ji sedî 53,8 e ji ber vê bajar di kategoriya sor a metirsiya zêde de ye.

Zanayê olî jî piştgirî dan hewlên zêdekirina rêjeya lêdana derziya Coronayê ya teşkîlata tenduristiyê, yekeyên ewlekariyê, saziyên dewletê û saziyên civaka sivîl dimeşînin.

Mamosteyê Qursa Quranê Bahaddîn Parlakçî diyar kir ku Xwedê di her mijarê de emir û qedexe eşkere kiriye da ku rê nîşanî merivan bide û got: “Xwedê Teala her çiqasî nexweşî afirandibe jî ligel vê ji nexweşiyê re derman jî afiradiye. Hûn jî dizanin ku şewb jî ji wan nexweşiyan e. Dibê di vê mijarê de piştgiriyê bidin pêkanîn dewletê. Dibê guh bidin tedbîrên wekî maske, mesafe û paqijiyê. Her Misliman mikelef e ku van pêk bîne. Lêdana derziya Coronayê rêyeke wisa ye ku divê her Misliman li xwe bixe, eger li xwe nexe jî ew dê bibe berpirsyar. Wekî Misliman em bawer dikin ku musbet û menfî her tişt bi teqdîra Xwedê dibin. Em berpirsyar in ku guh bidin van rêgezan. Em dê derziyê li xwe bidin û bi îzna Xwedê li benda şifayê bin."

Mamosteyê Qursa Quranê Ahmet Demîrdover jî got wacib e ku li hemberî xetereyan tedbîrn xwe hildin û xwe biparêzin û wiha pê de çû: “Li gor ayetan wacib e ku dema nexweşî hebe û dermanê nexweşiyê hebe divê derman bixwin. Eşkere bû ku dermanê vê nexweşiyê derzî ye. Jixwe dema nexweşî hebe û rîsk jî hebe ku meriv bi nexweşiyê bikeve li ser merivan wacib e ku tedbîran hilde. Niha li gor agahî û xeberan çare bi tenê derzî ye û dicê vê bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst