Li Îdirê ji ber germa zêde cotkar bi şev paletiyê dikin

26-07-2022
RÛDAW
Nîşan Îdir Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê ku navendeke girîng a çandiniyê ye, ji ber germa zêde ya meha Temûzê ku gihîştiye 40 pileyan cotkar paletiya xwe bi şev dikin.

Li gor amarên fermî li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê li ser rûberê 137 hezar donim erd salane nêzî 53,000 ton genim û li ser rûberê 60 hezar donim erd jî nêzî 13,000 ton ceh tê berhemanîn.

Herwiha li Îdirê di meha Temûzê de bi makîneyên kar paletiya berheman tê kirin, lê îsal ji ber ku li gor salên bihorî pileya germê zêdetir bûye cotkar ji neçarî bi şev paletiyê dikin. Herwiha hinek cotkarên ku fêkî û şînkahî çandine jî bi şev berhemên xwe berhev dikin.

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li gor salên bihorî hewa germtir bûye û li gor Saziya Keşnasî ya Tirkiyê dê ev rewş heta demekê berdewam be û hişyariyê dide welatiyan ku di navbera demjimêrên 11:00 heta 16:00an de li ber tavê nemînin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst