Li Amêdiyê cotkar bi tirs diçin nav zeviyên xwe

26-06-2022
Heyder Doskî
Li Amêdiyê cotkar bi tirs diçin nav zeviyên xwe
Li Amêdiyê cotkar bi tirs diçin nav zeviyên xwe
Nîşan Başûrê Kurdistanê Amêdî Tirkiye Bombebaran Cotkar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şerê di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê, bûye sedema ku gundî û cotkarên navçeyên sînorî bi metirsiyeke mezin diçin nav bax û zeviyên xwe yên çandiniyê.

Şêrwan Reşîd ku cotkarekî xelkê gundê Sergelî yê Amêdiyê ye dema diçe nav zevî û bexçeyên xwe xatir ji malbata xwe dixwaze, ji ber ku wek ew dibêje gelek metirsî hene ku mirov li benda her tiştî dimîne.

Şêrwan Reşîd got “Li jêrê zeviyeke mezin heye yên mirovên min in çûneDuhokê. Berî 3-4 salan ji xwe re tov kir îdara min jî dihat. Hirmiyên min hebûn, hêjîrên min hebûn, tirî hebû, sêv hebûn. Bawer bike vaye meha 7 hat îsal min avê jî berî ser nedaye. Metirsî heye, ez newêrim biçim wê derê, jiyana xwe bikim metirsiyê.”

Li gor amarên qaymeqamtiya navçeya Amêdiyê, ji ber şerê navbera Tirkiyê û PKKê 197 gund hatine valakirin.

Cotkarê herêmê Mihemed Mehdî jî got "Em ji ewlehiya jiyana xwe ne ewle ne, dema ku em diçin ser kar em ne ewle ne. Dibe ku bi roj an şev topekê bavêjin ser kar, wextek diyar tune ye, nemaze serê sibê em nikarin biçin.”

Ji destpêka sala 2021ê ve 6 gundên Amêdiyê ji ber metirsiya topbaran û bombebaranê hatine valakirin û 30 gundên din jî ji ber metirsiya topbaran û bombebaranê di bin metirsiya valakirinê de ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst