Sekreterê Zanayên Îslamî: Rûdawê gelek xizmet kiriye

26-06-2016
RÛDAW
Nîşan Rûdaw Elî Qeredaqî Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Zanayên Îslamî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Zanayên Îslamî Elî Qeredaxî êrîşa li ser ofîsa Tora Medyaya Rûdawê şermezar kir.

 

 

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Zanayên Îslamî Elî Qeredaxî jiber êrîşa terorîstî ya li dijî avahiya Tora Medyaya Rûdawê bi peyamekê taybet hevxemiya xwe derbirî û ragihand ku ew bi nave xwe û rabiteya Îslamî ya Kurdî li Kurdistan û derveyî welat, êrîşa li dijî Rûdawê şermezar dike.

 

Qeredaxî di peyama xwe de got:

 

“Rûdaw yek ji wan torên medyayî yê azad e ku bi rêya dayîna zanyariyên rast, geşedana hişyarkirina takekes û avakirina welatiyên baş li Kurdistanmê, xizmetek mezin ji civaka Kurd re kiriye.”

 

Qeredaxî di berdewama peyama xwe de hêviya xwe anî ziman ku tawanbarên vê êrîşê emek ji ya din zûtir bên girtin û cezakirin.

 

Demjimêr 12:05ê şeva 25’ê Hezîranê bi bombe êrîşê avahiya Tora Medyaya Rûdawê ya li kolana Ronakî ya Hewlêrê hate kirin. Di encama vê êrîşê de 3 ji wan pasevan, şofêrek û karmendekê din ê Rûdawê birîndar bûn.  

 

Piştî vê êrîşê li her çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat, siyasetmedar, partiyên siyasî, dezgehên ragihand û saziyan êrîş şermezar kirin û piştgiriya xwe bo Rûdawê ragihandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst