ŞIRNEX - Bûka Ukraynayî di nav pere û xelatan de ma

26-04-2024
Nîşan Şirnex Bûk Ukrayna Xelat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Daweta bûka Ukraynayî û zavayê Şirnexî du şev û du rojan berdewam kir û bi qasî 1 milyon lîreyê Tirkî pere û xelat bi bûkê û zavê ve kirin.

Aurika Smirnova Ukraynayî (28) ya ku li Almanyayê dijiya û Ferhat Aykutê (30) Şirnexî li ser torên civakî hev nas kir.

Ferhat Aykut piştî demekê Aurika Smirnov vexwend navçeya Bodrumê ya Muglayê.

Piştî ku wan demek bi hev re bir serî wan biryara zewacê da.

Daweta wan li gundê Nêrwehê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê hat kirin û du şev û du rojan ajot.

Bi qasî 600 hezar lîreyên Tirkî xelatên bûkê gihan hev û mêvanan 400 hezar lîre pere jî bi zava ve kirin.

Aurika Smirnovê kiras û fîstanên Kurdî li xwe kirin û govenda Kurdî gerand.

Dîmenên govenda wan a gelekî geş û boş ji hewayê ve jî hatin girtin.

Xwişka zavê ji DHAyê re got:

“Ji bo ku mirov ji hev hez bikin ne hewce ye bi heman zimanî biaxivin.

Em bi saya bernameyên wergerê û bi zimanê îşaretan ji hev fêhm dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst