Yapicioglu li Hewlêrê bi Barzanî re hevdîtin kir

26-04-2023
RÛDAW
Nîşan HUDA PAR Zekeriya Yapicioglu Serok Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu bi Serok Mesûd Barzanî re civiya.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiçioglu ji bo hin hevdîtinan, serdana Herêma Kurdistanê kir.

Yapiçioglu li bajarokê Selahedînê yê ser bi Hewlêrê ve ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Partiya Doza Azad (HUDA PAR) îro Çarşemê 26ê Nîsana 2023an derbarê serdan û hevdîtina Yapiçioglu de ragihand, ku Serokê Giştî yê wê partiyê Zekeriya Yapicioglu serdana Herêma Kurdistanê kiriye û bi Serok Mesûd Barzanî re hevdîtinek pêk aniye.

Li gor daxuyaniya HUDA PARê, “Di hevdîtinê de ku di derbarê rewşa siyasî ya Tirkiye û Iraqê de nêrîn hatin guherandin de, li ser pêşdebirina têkiliyên di navbera HUDA PAR û PDK'ê de lihevkirinek hat kirin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst