PKK: Gerîlayeka ji Urmiyê canê xwe ji dest da

26-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – PKKê ragihand, ku gerîlayeka wan a ji bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ku sala 2022an di êrîşekê de birîndar bûbû, di Adara îsal de jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyekê de ku medyaya PKKê li ser navê Hêzên Parastina Jinê yên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) weşandine, tê gotin ku gerîlaya wan a bi navê “Gozel Qadirî” û nasnasê “Rojînda Xwebûn” jiyana xwe ji dest daye.

Li gor daxuyaniyê, “Gozel Qadirî” anku “Rojînda Xwebûn” di 22ê Tebaxa 2022an de birîndar bûbû û di 28ê Adara 2023an de li Çiyayê Asosê li parêzgeha Silêmaniyê jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin, ku “Rojînda Xwebûn” di sala 1997an de li bajarê Urmiyê ji dayik bûye û sala 2014an tevlî refên PKKê bûye, piştre di nava refên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) û Hêzên Parastina Jinê yên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) yên girêdayî Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) de ku baskê PKKê yê li Rojhilatê Kurdistanê ye, cih girtiye.

Wek di daxuyaniyê de xuya ye, Gozel Qadirî dema ku 17 salî bûye tevlî refên PKKê bûye û di 26 saliya xwe de jî canê xwe ji dest daye.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst