Biden bo Kongresê: Me navendên ser bi Îranê kirin armanc

26-03-2023
RÛDAW
Nîşan Joe Biden Amerîka Îran Kongreya Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Joe Biden di nameyekê de bi wayekî fermî Kogres derbarê êrîşên esmanî yên hêzên Amerîkayê de li Sûriyê agahdar kirin û dibêje, armanca êrîşên wan navendên grûpên ser bi Îranê bûye.

Derengê şeva borî Serokê Amerîkayê Joe Biden nameyek ji Encûmena Pîran û Encûmena Nûnerên Amerîkayê re şand û tê de armanca êrîşa roja 23ê Adara 2023ê eşkere kir.

Biden dibêje, hêzên wan “navendên ferman û kontrolê, depoyên teqemeniyan ku ji aliyê grûpên ser bi Supaya Pasdaran ve dihatin bikaranîn” kirine armanc û behsa wê yekê dike ku hewl dane jiyana xelkê sivîl nexin metirsiyê.

Biden di nameya xwe de dibêje: “Her wek berê me ragihandiye, grûpên millîşiya yên ser bi Supaya Pasdarên Îranê çend êrîş li dijî serbaz û navendên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê pêk anîne.”

Roja 23ê Adarê hêzên Amerîkayê li Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê bi drone hatin armancgirtin û mitahitekî Amerîkî hat kuştin û şeş kesên din jî birîndar bûn ku pênc ji wan serbaz bûn. Biden dibêje, êrîşên wiha jiyana serbazên Amerîka û Hêzên Hevpeyman dixin metirsiyê.

Lewra di nameya xwe ya bo Kongresê de Serokê Amerîkayê dibêje: “Bi fermana min, roja 23ê Adara 2023an hêzên Amerîkayê wek bersiva van êrîşan û gefên berdewam derbarê êrîşên siberojê de, çend êrîş li rojhilatê Sûriyê pêk anîne.”

Piştre Pentagonê ragihand ku sê bingehên grûpên çekdar kirine armanc û li gor çavkaniyên xwecihî di encamp de 19 çekdar hatine kuştin. Biden dibêje, armanca van êrîşan ew e ku rê li ber “Îranê û grûpên millîşiya yên Îran piştgiriya wan dike bigrin daku careke din êrîşî navend û serbazên Amerîkayê nekin.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden behsa wê yekê dike ku Amerîkayê ew êrîş li gor Maddeya 51 a Carnameya Neteweyên Yekbûyî pêk anîne daku berevaniyê li xwe bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst