Salih Muslim: Peyama Ocalan dê bandorê li herêmê bike

26-02-2025
RÛDAW
Nîşan Salih Muslim Rojavayê Kurdistanê PYD Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ragihand ku peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan dê bandorê li rûdanên li herêmê bike.

Endamê Konseya Serokatiyê ya PYDyê Salih Muslim derbarê Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê û pêvajoya nû ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê 24 û 25ê Sibatê bêyî beşdariya tevgera siyasî ya Kurdan li Şamê hat lidarxistin.

Her wiha Durzî û gelek derdorên cuda jî ji bo kongreyê nehatin vexwendin.

“Bermahiyên DAIŞ hatin vexwendin”

Salih Mûslim derbarê kongreyê wiha got:

“Ti kes nehate vexwendin. Bermahiyên komên DAIŞ û El Nusrayê yên me di demên berê de bi wan re şer kiribû jî hebûn.

HTŞyê bangî kes û komên ku têkiliyên wan bi wan re hene kir. Nûnerên partiyên siyasî yên nûnertiya gel dikin nehatin vexwendin.

Dibêjin ‘Em bangî siyasiyan nakin’ lê wisa nîne, ev hincet e. HSD avadaniyeke leşkerî ye lê li vir gelek sazî û dezgeh hene.

Eger tu Rêveberiya Xweser bi temamî li derve bihêlî, tu tiştekî rast nakî.

Dibe ku hesasiyeteke te li dijî Kurdan hebe lê çima Ereb û Suryanên li vir nehatine vexwendin?

Dibêjin ‘Pêvajoya diyalogê ya herkesî digire navxwe’ lê ev gotin ji pratîkê dûr e.”

Mijareke din a girîng a ku Salih Muslim behs kir "pêvajoya nû ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê" û "banga Abdullah Ocalan" bû.

Ocalan derbarê pêvajoya nû ji Ewropa, Rojavayê Kurdistanê û Qendîlê re name şandibûn.

“Banga Ocalan dê nêrîna Tirkiyeyê ya li hemberî me biguherîne”

Salih Muslim tekez kir ku banga Ocalan bike dê bandorê li rûdanên li herêmê bike û wiha got:

“Tirkiye hewl dide me û PKKyê wekî hev nîşan bide û bi dijminane nêzîkî me dibe. Eger Birêz Ocalan bangeke bike, dê nêrîna Tirkiyeyê ya li hemberî me jî biguhere.

Bi milyonan Kurd hene. Hemû jî ji bo rêzê li Birêz Ocalan digirin. Birêz Ocalan dê ji bo başiya gelan bangekê bike.

Hêvî dikim ku piştî vê bangê midexeleya Tirkiyeyê ya ji bo karên navxweyî yên Sûriyeyê kêm bibe.

“Li Rojhilata Navîn dê pêvajoyeke nû dest pê bike”

Bi vê bangê re dê li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû dest pê bike.

Çav û guhê xelkê li banga Birêz Ocalan in.

Em nizanin ka dê Birêz Ocalan çi bibêje lê em piştrast in ku dê ji bo başiya gelan bang bike.

“Kurd dê bi wan gotinan bike”

Çi were gotin jî gelê Kurd dê bi wan gotinan bike.

Me heta niha çi kiribe, me di çarçoveya paradîgmaya Birêz Ocalan de kir û me encam bi dest xist. Dê ji vir û şûn de jî wiha bidome.” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst