Paylan banga vekirina deriyê sînor ê navbera Ermenistan û Bakurê Kurdistanê kir

26-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Garo Paylan li ser sînorê navbera Tirkiye û Ermenistanê yê li parêzgeha Qersê banga vekirina deriyê sînor ê ligel Ermenistanê kir ku 30 sal e girtiye.

Parlamenterê HDPê Garo Paylan roja Çarşemê 25ê Çileya 2023an li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ligel hejmarek welatiyan çûn ber Deriyê Sînor ê Akyaka yê ligel Ermenistanê û daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Paylan amaje bi wê yekê da ku deriyê sînor ê di navbera Ermenistan û Tirkiyê de ev 30 sal in girtiye û got: “Azerî, Ermenî, Tirk, Kurd û mirovên ku li vê erdnîgariyê dijîn mixabin ji ber van travmayên ku sed sal in em dijîn cuda mane. Êdî dema wê yekê hatiye ku Tirk, Ermenî û Kurd hev hembêz bikin. Du sal berê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de şer çêbû, piştî vî şerî  proseya asayîbûna peywendiyên Ermenistan-Tirkiyê û Azerbaycan-Ermenistanê destpê kir û proseya aştiyê destpê kir. Tirkiye û Ermenistanê nûnerên taybet damezrandin û dest bi gotûbêjan kirin.”

Garo Paylan ragihand ku Serokkomarê Tirkiyê salek berî niha gotibû, deriyê sînor ê Ermenistan-Tirkiyê dê bê vekirin, lê heta niha ew derî nehatiye vekirin û got: “Ez ji birêz Erdogan dipirsim astengiya li pêşiya vekirina vî deriyê sînor çi ye?”

Parlamenterê HDPê herwiha got: “Ji ber ev sînor nayê vekirin 30 sal e hem gelê Ermenistanê wenda dike, hem jî gelê navçeyê wenda dike. Qers wenda dike, Îdir, Erdexan, Agirî û Bazîd wenda dikin. Bajarên navçeyê û welatiyên me yên li van deran dijîn wenda dikin. Eger ev sînor bê vekirin dê wek berê di navbera herdû welatan de bazirganî, geştiyarî, parvekirin û hev hembêzkirin çêbibe. Tirk, Kurd, Azerî û Ermenî nabin dijminê hev û di dîrokê de bi sedan sal ligel hev jiyane. Niha careke din dema hev hembêzkirinê ye. Ji bo vekirina vî deriyê sînor ê di navbera Ermenîstan û Tirkiyê de herî zêde Hrant Dînk hewl dida û yek ji xeyala wî ew bû ku ev deriyê sînor bê vekirin û Kurd, Tirk û Ermenî govendê bigrin. Ez ji vir bang li birêz Erdogan dikim, werin em vî sînorî vekin û navê Hrant Dînk lê bikin.”

Deriyê Sînorî yê navbera Bakurê Kurdistan û Ermenistanê li navçeya Akyaka ya Qersê cih digire û ji sala 1993an ve girtiye.  Navê deriyê sînorî Ermenistanê yê li hember vî sînorê Bakurê Kurdistanê Ahuryan e. Piştî şerê Qerebaxê yê di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de ji aliyê Tirkiyê ve hatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst