Salek di ser kuştina Hêlînê re derbas bû lê li mala wê şîn û girî kêm nebûye

25-11-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Xwişka Hêlînê, Hêlîn û Dayika wê/Wêne: Rûdaw
Xwişka Hêlînê, Hêlîn û Dayika wê/Wêne: Rûdaw
Nîşan Hêlîn Sevîm Kuştina Jinan Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Navê vê keça kurd Hêlîn e lê di nasnameyê de Meryem Sevîm e. Di ser kuştina wê re salek derbas bû lê hê jî kujerê wê Mûsa Sevîm ku niha di girtîgehê de ye ceza nexwariye.

Mihbet Sevîm dayika Hêlînê ango Meryemê dibêje ji roja ku keça wê hatiye kuştin ve, li mala wê şîn û girî kêm nebûye.

Ew her roj di mobîla xwe de, bi malbatî li wêne û vîdeoyên Hêlînê temaşe dikin.

Her ku li wêneyan dinêrin dixwazin kujer bi cezayê heta hetayê bê cezakirin.

Mihbet Sevîm dayika Hêlînê got, “Çima jinan dikujin? Wextê ku jinan kuştin bila heta hetayê wan bixin hundir û heta hetayê di zindanê de bin.”

“Jinan dikujin 5 - 10 salan radizên û derdikevin, çav didin hev”

Gulistan Sevîm xwişka Hêlînê anî ziman, “Li jinan dixin, jinan dikujin paşê diçin 5 salan 10 salan radizên û ji girtîgehê derdikevin.

Paşê mêrên din dibêjin wan kuştiye û ji hundir derketine, ezê jî bikujim, çend salan razêm û ji girtîgehê derkevim.

Wisa çav didin hev. Ma wisa rihet e mirov canek bikuje?”

Rozerîn jî xwişka Hêlînê ye. Ew dibêje xwişka wê bi awayekî organîzekirî hatiye kuştin.

Dema gule li xwişka wê reşandine 4 kesên din jî li ba kujer bûne. Lê bi hinceta ku delîl û îzbat kêm in, hevalên kujer nehatine zindankirin.

“Çima delîl tune ye? Di kamerayê de hene”

Rozerîn Sevîm xwişka Hêlînê diyar kir, “Çar lawik jî li ba wî bûne. Ew ji ber nebûna delîl serbest hatine berdan.

Çima delîl tune ye? Di kamerayê de hene. Dema bûyer diqewime bi hev re ne û bi hev re ji wir vediqetin.

Madem tu eleqeya we bi vê kuştinê tune ye hûn çima dîsa bi wî re diçin? Bi hev re li erebeyê siwar dibin û diçin.

Ger eleqeya we tunebe hûn pê re neçûna. Ev hemû delîl in.

Hevalekî wî jî rojek li ba wî maye. Ma ev ne delîl in? Êdî em dê delîlên çawa bînin?”

Li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di sala 2022yan de 334 jin hatine kuştin.

Ji van 245 mirin wekê “Mirinên Biguman” hatine tomarkirin.

Li gorî hiqûqnasan divê dewlet ji bo pêşîlêgirtina tundî û kuştina jinan bi hemû sazî û dezgehên xwe ve xwedî helwesteke bi biryar be. Heke na, ev kuştin ranawestin.

“Çima nikarin kuştinên jinan rawestînin?”

Parêzvana Mafên Jinan Asli Pasînliyê got, “Çima kuştinên jinan nikarin rawestînin?

Helbet gelek sedemên vê hene lê sedema herî girîng ev e; liv ir bibiryarbûna siyasî nîn e.

Dema em têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinan bifikirin, em dê bibînin ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê divê polîtîkayeke dewletê hebe.

Ev polîtîka divê rê li van kuştinan bigre.”

Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan a Amedê, ji 1ê Çiriya Paşîna 2022yan heta 1ê Çiriya Paşîna 2023’an li Bakurê Kurdistanê 45 jin bi tundiya nava malê û tundiya di nava civakê de ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Herwiha 34 jin jî bi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest daye. Di salekê de 7 jinan jî dawî li jiyana xwe aniye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst