Hatinûçûn li deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl zêde bûye

25-11-2015
RÛDAW
Deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl, Zaxo
Deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl, Zaxo
Nîşan Zaxo Îbrahîm Xelîl Geşt
A+ A-

Îbrahîm Xelîl (Rûdaw) – Piştî biryara rawestandina geştên esmanî yên her du balafirxaneyên Hewlêr û Silêmnaiyê di du rojên borî de, geştkirin bi rêya dergehê sînorî yê Îbrahîm Xelîl gellek zêde bûye.

 

Li gor agahiyên Rûdawê, biryara sekinandina geştên esmanî yên her du balafirxaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê ji aliyê Bexdayê ve bûye sedema zêdebûna hejmara wan kesan ku bi rêya dergehê sînorî yê Îbrahîm Xelîl li navçeya Zaxoyê.

 

Li gor agahiyên fermî ku rayedarên dergehê sînorî yê Îbrahîm Xelîl dane Rûdawê, tenê di roja sêşemiyê de 3 hezar û 300 kes bi rêya wê dergehê sînorî ve di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de hatinûçûn kirine.

 

Pêştir di roja yekeşmî 22ê Mijdarê de bi biryara Bexdayê hemû geştên emsanî yên balafirxaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê bo dema 48 saetan hatin rawestandin.

 

Rêvebira balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê Telar Fayiq di vê bareyê de ji Rûdawê re ragihandibû: “Em ji aliyê Bexdayê ve hatine agahdarkirin ku bo dema 48 saetan geştên emsanî yên Herêma Kurdistanê bisekinînin, yanî ji 22ê Mijdarê ve heya 25ê MIjdarê.”

 

Telar Fayiq herwiha gotibû: “Rawestandina geştên esmanî ji ber avêtina roketên Rûsya li dijî DAIŞê ye, ew jî ji ber saxlemiya cane rêwiyan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst